Soaneyî bi mejî û hişmendîyeke rojavayî ji bo çêkirina çandeke neteweyî ya kurdî çend pêngavên giring avêtin. Ji ber vê, wek karê pêşî di şûna xwendingehên tirkî da xwendingehên kurdî vekirin û kurdî li vî bajarî kir zimanê fermî yê xwendinê. Ji bo xurtkirina nasnameya kurdbûnê û afirandina sembolên raya giştî ya kurdî li ser fermanberan ferz kir ku bi cilên kurdî bên ser karê xwe.
***
Nivîsîn di serdemên berê da bi çîneke biçûk sînordar bû û kesên ku bi vî karî ra mijûl dibûn, li dor serayên birêveberîyê û dezgehên xwendinê xizmeta berjewendî, cîhanbînî û ecibandinên rayedaran û çîneke biçûk dikirin. Lê di van du sed salên dawî da nivîsîn bi saya hokarên damezirîner ên çanda modern bi pêş ket û bû mal û karê girseyên mezin. Kurd di nîvê duyem ê sedsala 19ê da di bin karîgerîya kesayetîyên rojavayî û rûdanên demê da dest bi nivîsînê bikin jî rewşa civakî û sîyasî ya kurdan rê neda wê yekê ku nivîsîn bibe dîyardeyeke çandî û geş bibe.
Di rewşeke weha da E. B. Soane (1881-1923) li Silêmanîya ku di serdema modern da bû bajarê herî geş û berhemdar ê edebîyata kurdî, bi rola mamosta û pêşengekî giring rabû û bi saya ked û xebata wî hunera nivîsînê di nav kurdên vî bajarî da binecih bû. Soaneyê ku kurê zimannasekî giring ê dema xwe bû, piştî temamkirina perwerdeya xwe, li Îranê wek fermanberekî bankayê dest bi kar kir û di nav çend salan da çavnasê çand û zimanên îranî yên mîna farisî û kurdî bû. Li ser vê bingehê Soaneyî di 1908ê da bi mebesta ku civak û zarên kurdî û kêmîneyên din ên li Mezopotamyayê baştir binase ji Stenbolê dest bi geşteke dirêj kir û li gelek bajarên kurdan ên mîna Urfa, Dîyarbekir, Mûsil, Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Kerkûkê gerîya.
Soaneyî bi palpiştîya vê tecrube û çavdêrîya hûr, di maweya Cenga Mezin da, li Îran û Îraqê ji arîkarîya konsolosîya Îngîltereyê heta beşdarîya Hêzên Keşfê yên îsîtîxbaratê çendîn wezîfeyên hikumî bi rê ve birin. Ji ber vê paşxaneya xwe ya dewlemend piştî Cenga Mezin dema Îngîltereyê dest danî ser Îraqê li vî welatê nû roleke giring gêra û ji ber şarezatîya xwe ya kûr a li ser kurdan û kurdîyê wek efserê sîyasî yê Îngiltereyê erka birêveberîya bajarê Silêmanîyê pê hat spartin. Soaneyî bi mejî û hişmendîyeke rojavayî ji bo çêkirina çandeke neteweyî ya kurdî çend pêngavên giring avêtin. Ji ber vê, wek karê pêşî di şûna xwendingehên tirkî da xwendingehên kurdî vekirin û kurdî li vî bajarî kir zimanê fermî yê xwendinê. Ji bo xurtkirina nasnameya kurdbûnê û afirandina sembolên raya giştî ya kurdî li ser fermanberan ferz kir ku bi cilên kurdî bên ser karê xwe. Li alîyê din bi mebesta binecihkirina çanda kurdî ya nivîskî li Silêmanîyê çapxaneyek damezirand û bi vê çapxaneyê rojnameya Pêşkewtinê derxist.
Bêguman Soaneyî ev karên giring li ser bingeha paşxaneya xwe ya rojavayî û zanîn û hînbûna xwe ya ziman û çanda kurdî pêk anîn. Em di geştnameya wî da gelek caran rastî heyranî û sempatîya wî ya li hember hêz û xurtîya zimanê kurdî tên. Ji alîyê resenî û parastina kodên xwe yên kevin ve kurdîyê ji farisîyê baştir û parastîtir dide zanîn û bikaranîna kurdîyê ji alîyê gelek kesên ne kurd ve jî yek ji nîşaneyên hêza wê destnîşan dike. Ji ber vê li dijî wê hizirê radiweste ku hin kes kurdîyê zarekî şêwandî yê farisî yan erebîyê didin zanîn û ji bo pûçkirina vê boçûnê bal dikêşe ser rêzimana kurdîyê ya xurt û bêjeyên wê yên dêrîn. Ji ber vê di mînaka helbestvanên Silêmanîyê da dîyar dike ku ji alîyê edebî ve kurdî bi tu awayî ji farisîyê kêmtir nîne [1].
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Soaneyî di maweya birêveberîya xwe da li Silêmanîyê derfeteke zêrîn bi dest xist da ku bikare van taybetmendîyên kurdîyê bi rêya çapemenîyê derxe holê û nîşanî her kesî bide. Bi vê armancê Pêşkewtin kir zemîna pratîzekirina kurdîya xwerû (saf) û bû sedema geşedana bizaveke zimanî û edebî. Li hember vê hewldanê herwek serdema Hacî Qadirê Koyî, şêx û melayên wê demê ji ber têgihîştina xwe ya çewt li dijî vê bizavê derkevin jî Soaneyî bi palpiştîya pêgeha xwe ya sîyasî û kesayetîya xwe ya tund û zal nehişt ev dijberî rê li ber karên wî bigire. Loma jî ji bo ku kurdan hînî nivîsîna kurdîya nû bike dest bi kampanyayekê kir û kê bêjeyên xwerû yên kurdî bidozîya (bidîta) û di nivîsarên xwe da bi kar bianîya bexşîş da wan. Herweha ji bo nivîskarên ciwan pêşbazî li dar xist û yên ku nivîsarên xwe bi kurdîya xwerû nivîsîn, xelat kirin.
Soaneyî di maweya kurt a birêveberîya xwe da li Silêmanîyê karên mezin kirin. Ji alîyekî ve ji bo ku fermanberên îngîlîz zehmetîyê nekêşin bi navê Elementary Kurmanji Grammarê (1919) rêzimaneke kurdî amade kir ji alîyê din ve jî bi mebesta ku kurd bikarin xwe ji çanda serdest a erebî dûr bixin, bi hin kurdên xwenda, bi alfabeya latînî hinek materyalên xwendin û perwerdeyê dan amadekirin. Soane bi van xebatan di wê demê da bû qehremanekî çanda kurdî û ji ber vê rola wî hin xwendevanên kurd ên Pêşkewtinê bi rêya nameyan doza wê yekê lê kir ku ji bo ku bikarin ji kurdîya nû baş fam bikin “cenabê Soane”, “bavê muşfîq ê kurd, kurdî û Kurdistanê” ji wan ra rêziman û ferhengeke nû amade bike û wan ji vê kêşe û alozîyê rizgar bike [2]. Li ser vê Soaneyî dest bi amadekirina ferheng û rêzimaneke kurdî kir lê di 1921ê da ji ber nexweşîya xwe vegerîya Îngîltereyê û nekarî van xebatan temam bike. Mixabin di 1923ê da dema ku mir ev xebatên wî jî nîvco man.
E. B. Soaneyî bi van kar û çalakîyên xwe li Silêmanîyê bingeheke xurt a çanda nivîskî ya kurdî danî û bi kar û xebatên xwe bû mamostayekî rasteqîne yê nivîsîna kurdîyê. Ji ber vê eger Silêmanî îro di nav bajarên kurdî da bajarê herî pêşketî yê edebîyat û ronakbîrîya kurdî be di çêbûna vê dîyardeya çandî da parîyek jî keda Soaneyî heye. Em dikarin bibêjin ku A. A. Jabayî di destpêka serdemeke nû da bi rêya Mela Mehmûdê Bazîdî bingeha çanda nivîskî û nivîskarîya modern danî lê E. B. Soane şêst sal piştî wî bi derxistina Pêşkewtinê hem bû beşdarekî giring ê nivîskarîya kurdî hem jî nivîskarên ciwan hînî nivîsîna bi kurdî ya xwerû kir û roleke ji wî girintir gêra.
Çavkanî
[1] E. B. Sonae (2007). Mezopotmya ve Kürdistan’a Gizli Yolculuk Kürdistan’ın Kürt Aşiretleri ve Keldanilere İlişkin Tarihsel Notlar, Fahriye Adsay (Çev.). İstanbul: Avesta.
[2] Pêşkewtin, 1920, 19, 1.
-
Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.
Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.
Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.
Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar20/05/2024Wergêran û Geşedana Zimanî
- Nivîskar08/05/2024Wesayet, Xweserî û Serbixwetîya Zanistî
- Nivîskar23/04/2024Hesta Zimanî di nav Kurdîya Reş û Sipî da
- Nivîskar08/04/2024Teorîya Hestmendîya Zimanî