Siyasetmedara girtî Gultan Kişanak tevlî şîna xwişka xwe bû

09/08/2023

Siyasetmedara kurd Gultan Kişanaka ku ji 2016an vir ve girtî ye, ji bo tev li şîna xwîşka xwe Zeynep Ozerê bibe ji girtîgehê derxistin û anîn Xarpêtê.

Li gor nûçeya Ajansa Mezoptamyayê, Zeynep Ozera xwîşka Gultan Kişanakê ev demek e ji ber nexweşîya gurçikan li nexweşxaneyê dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest daye.

Kişanak, îro di bin çavdêriya hejmareka zêde ya cendirmeyan da ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê birin Xarpêtê.

Kişanak, li Cemxaneya Ehlîbeytê beşdarî merasîma cenazeyê xwişka xwe bû.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Çekdarên Sûrîyeyê bajarê Hamayê vegirtiye – NY Times

Li Sûrîyeyê, çekdarên opozisyonê bajarê Hamayê vegirtiye û hêzên hikûmetê jî ji

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Pirtûka Herodotos cara yekem bi Kurmancî hatiye weşandin

Pirtûka dîrokî ya Herodotos, ku berî 2500 salan hatiye nivîsandin, cara yekem