Sirri Sakik: YSPê ji bo Kiliçdaroglu guh neda rexneyên min

Nıvîskar:
1 year berê

Li Tirkiyeyê her çend germahîya havînê sîyaset dabe jibîrkirin jî di ser gera yekem a hilbijartinên krîtîk ên sala 2023yan re 2 meh derbas bûn.

Piştî hilbijartinan dê di nava partîyên muxalefetê da guhertinek çêbibe an na, hê jî ne diyar e.

Niha rojeva însanan ji xeynî buhabûn û pirsgirêkên jiyanê tu tişteke din nîne.

Di dema hilbijartinan da li paş derîyên girtî çi hatine axaftin hêdî hêdî derdikevin holê.

Serokê Partîya Zaferê Ûmît Ozdag aşkere kir ku di gera duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê wan bi Kiliçdaroglu ra ji bo 3 wezarettan li hev kiribûn ku di nav da Wezareta Karên Naxweyî û Serokatîya MÎTê jî hebûne.

Ozdag ji T24ê ra diyar kir ku wan bi Kiliçdaroglu ra ji bo her 3 wezaretan peymanek îmze kiribûn. Lê ji bo pêvajoya hilbijartinê partîyên din bertek nîşan nedin heta niha vê yekê aşkere nekiriye.

Li dijî van gotinên Ozdag ji Partîya Çepên Kesk (YSP) bertekek hat nîşandan ku di dema hilbijartinên 14ê Gulanê da piştgirîyeka bihêz dabû Kiliçdaroglu.

Parlamenterê YSPyê yê Agiriyê Sirri Sakik derbarê vê babetê ji bo Botan Timesê axivî.

“Me ji bo Tirkîyeyeka demokratîk dengê xwe da”

“Me bêşert ji bo demokratîkbûna Tirkîyeyê dengê xwe da Kiliçdaroglu. Lê niha em dibînin ku ew bi nijadperestên tirkan ra di nava bazarîya statûyan da bûne. Wan bazarîya wezaret, serokatî û şêwirmendan kirine. Esasen di hilbijartinan da herî zêde ew têk çûn.

Sirri Sakik

“Neheqîya herî mezin wî li vî gelî kiriye”

Parlementerê YSPyê ji bo Kiliçdaroglu dibêje;

Neheqîya herî mezin wî li vî gelî kiriye. Wî bi derewên mezin, bi bazar û peymanên veşartî sîyasetaka çawa bi rê ve biriye derket holê. Bi milyonan mîrov ji bo guhertînek çêbibe dengên xwe dan wî, lê ew çûye û bi partîya herî nijadperest ra ketiye nava bazariyan. Beriya bê hilbijartin ev bazarî kiriye, kî dizane eger bihata hilbijartin dê çi bikira?

Sirri Sakik

Wê demê di nava partîya xwe da min rexneyên xwe yên ji bo piştevanîya Kiliçdaroglu kiribûn, lê ez rastî bertekan hatibûm. Partîya min biryar dabû ez jî li gor wê biryarê tevgerîyam.

Sirri Sakik

Sakik ji bo hilbijartinên herêmî jî, ku tê pêşbinîkirin Adara 2024an pêk bê, diyar kir ku ew ê piştgirîya tu partîyeke din nekin. Dê YSP li hemû bajaran namzetên xwe nîşan bide.

Hilbijartinên 14ê Gulanê YSPya ku piştgiriyeka bi hêz dabû Kiliçdaroglu rêjeya dengên wê sedî 11,7an daketibû sedî 8,8an.

Sala 2018an bi temamî 67 parlementerên HDP/YSPê hebûn. Ev reqema di hilbijartina 2023yan dakete 62 parlementeran.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û