Sînemaya Kurdî raman û têgehek e ku bi xwe dikare gelek pênase û şiroveyan li xwe bigire û dema em dibêjin Sînemaya Kurdî dibe ku gelek tiştên cihêreng bigihijin fikra mirovî. Ji bo gelek kesan pirs ev e: Gelo me qet tiştekî bi navê Sînemaya Kurdî heye an na? Ev pirsek e ku me di gotûbêjê da ji mêvanên xwe jî pirsîye. Bi raya Mîlad Temerî ku me di vê nivîsa xwe da pê ra gotûbêj kirîye, mirov nikare di ti biwarî da, yekemînan destnîşan bike û wekî mînak bibêje filan fîlm, yekemîn fîlma Sînemaya Kurdî ye; lê lêkolîneran hin fîlm wekî yekemîn mînakên Sînemaya Kurdî destnîşan kirine. Bi bawera hin kesan fîlma Zare (1926) yekemîn fîlma kurdî ye ku ji alîyê sînemagerekî ermenî ve çêbûye. Hin kesên din Yılmaz Güney wekî yekemîn sînemagerê kurd nas dikin. Temer jî bi bawer e ku Sînemaya Kurdî bi Yılmaz ra mane dibe. Pîverên kesan ji bo Sînemaya Kurdî cîyawaz in. Hin kes ji hêla sîyasî ve lê dinêrin, lê kesine jî dibêjin divê zimanê fîlmê bi kurdî be ku em kurdî bihesibînin. Hin kes jî wan fîlmên ku li Kurdistanê çêdibin li ber çavan digirin.
Sînemaya Kurdî li Rojhilatê xwedîyê tarîxeke kevn e ku em ê di nivîsareke cuda da, li ser rawestin. Lê li Ûrmîyeyê çêkirina fîlmên bi kurdî karekî gelekî nû û taze ye. Hetta li ser Sînemaya Kurdî ya Ûrmîyeyê çavkanîyên nivîskî bi dest nakevin. Meryem Semedî, derhênera kurd a Ûrmîyeyî ku me pê ra gotûbêj kirîye dibêje: Ez nikarim ti tarîxçeyekê ji Sînemaya Kurdî ya Ûrmîyeyê bibêjim. Bi tenê ev çend sal in gelek kes kar dikin ku ez dikarim navê wan bibêjim. Rewşa Ûrmîyeyê digel beşên din ên Rojhilatê cîyawaz e û ji ber wê rewşa hunera wî bajarî jî ferq dike ku eger Xweda bibêje erê, em ê paşê bi hûrgilî li ser van tiştan binivîsin.
Yekemîn kesa ku me pê ra gotûbêj kirîye, Meryem Semedî ye. Meryem sala 1988an hatîye dinyayê û li Ûrmîyeyê dijî. Wê sala 2009an karê xwe bi xwendina beşa derhênerîyê dest pê kir û yekemîn kurtefîlma xwe ya bi navê “Badbadekê Abî” (Firfiroka Şîn) sala 2011an çêkir. Sala 2012an tevlî Encumena Sînemayî ya Ciwanên Îranê bû û piştî derçûn ji wê encumenê, karê xwe yê sînemayê bi awayê profesyonal û xwendina sînemayê jî li Têhranê domand. Heta niha 7 kurtefîlm çêkirine ku çend xelatên navneteweyî wergirtine [1].

Sînemaya kurdî çi ye? Gelo tiştek bi navê sînemaya kurdî heye? Mebest ji gotina “Sînemaya Kurdî ” çi ye? Mebest sînemayek e ku zimanê wê kurdî ye an tiştekî din? Paşê ji me re dîyar bike ka gelo li Ûrmîyeyê sînemaya kurdî heye an na?
Bi nezera min Sînemaya Kurdî ew tişt e ku li ser civak û folklora kurdî bihête çêkirin û formeke kurdewarî hebîtin. Yanî formeke civakî hebît. Formeke ku wekî mînak li kultûra kurdan heye. Elbet ku hemû kultûrên din jî wiha hene. Wekî mînak em dibêjin Sînemaya Îtalyayê an Sînemaya Hindistanê û an Sînemaya Amerîkayê ku mesela dibêjin Western ku navekî cuda û taybet e. Yanî her welatekî sînemayeke taybet li ser kultûr û hunera xwe heye û navê wê jî dibêjin. Mesela sînemaya filan derê. Yanî Sînemaya Kurdî tiştekî cîyawaz nîne ji ya dinyayê. Mijar ev e ku ev tiştek e li ser form û civaka me. Mesela kultûra me çawa ye, civaka me çawa ye, em vî tiştî bibin pêşberî dinyayê ev dibe Sînemaya Kurdî. Ev Nêrîna min a şexsî ye.
Sînemaya Ûrmîyeyê jî taze û nûpê ye. Yanî em neşên amaje bikin ka ji kengê ye û bi taybet jî bo beşa kurdî. Eger na beşa tirkî gelekî xenîtir e û di salên heftêyan (hetavî) berhevên gelek serkevtî jî li Ûrmîyeyê çêbûne. Lê ew sînemaya tirkan e. Dema ku me li encumenê jî dixwend ew fîlm ji bo me ekran dibûn û me didîtin ku yek ji mamostayên me birêz Hesen Mihemedzade bû wê demê. Birêz Hesenzade, yek du fîlmên kurdî jî çêkiribûn. Yanî bi zimanê kurdî lê derhêner tirk bû û min hîç berhevek ku em bibêjin fîlmçêkerekî kurd wî zemanî sala 2011an çêkiribe nedîtîye, lê berhevên kurdî didîtin ku derhêner tirk bû. Ji bo vê ez dibêjim sînemaya Ûrmîyeyê û ya vê deverê vedigere sînemaya tirkî ku wî zemanî gelekî bihêz bû. Lê ti derhênerekî kurd bi wî awayî hingî kar nekirîye. Lê eger em ji Ûrmîyeyê derkevin û wekî mînak Mihabadê bibêjin, li Mihabadê kesên wekî Îbrahîm Seîdî hebûne û kesên wekî Erselan Emîrî, ez bêjim van jî li Mihabadê şol kirîye. Yan Kêhan Fehîmî, Şîlan Seîdî. Ev nav ew kes in ku li parêzgeha Ûrmîyeyê hebûne û xebat kirine; bes xelkê Mihabadê bûne, ne yên Ûrmîyeyê. Li Ûrmîyeyê bi wî awayî tiştekî wisa bihêz nebûye alîyê Sînemaya Kurdî da.
Kesên ku li Ûrmîyeyê fîlmên kurdî çêdikin kî ne? Gelo kesên ku ne kurd bin û fîlmên derbarê kurdan da li Ûrmîyeyê çêkirine, ku zimanê wan ne bi kurdî be? Eger erê ye, ew fîlm wekî kurdî tên hisabkirin?
Gencên me gelekî bi kelecan in û gelek jî şîyana wan heye û cihê şanazîyê ye ku dixwazin werin nava vê atmosferê. Atmosfer jî heye, yanî Encumena Sînemaya Ciwanan a Îranê sînemageran perwerde dike. Her kesek dema ku pirsekê ji min dike, ez jê re dibêjim di serî de here wê rêyê. Fêrbûna xwe ji sifir heta sedê bibîne. Sînema nabe mirov bidahe biçe, çi ji hêla teknîk û derhênerî û … ve mirov divê teqez fêr bibe. Ez ji hemû gencên me re pêşnîyar dikim ku herin Encumena Sînemaya Ciwanan ya Ûrmîyeyê ku derîyê wê ji her kesî re vekirîye. Ez bi xwe jî li wir perwerde bûme. Ji bilî zanîngehê, ez li wir zêdetir fêr bûme û wan piştgirîya fîlmên min kirine. Niha min bihîst jî gencên wekî Xecê Rêdûr, Dîyar Doletxah, Mecîd Derwîşnijad, Bêhnam Derwîşpûr hene ku elbet ev, ew kes in ku di nava Ûrmîyeyê bi xwe de hene. Bi nêrîna min ji ber ku sînema li Ûrmîyeyê nû ye, xwendin gelekî girîng e. Divê xwendina xwe bibin jor û ev tişt kûrtir bibe.
Sibêro ango paşeroja sînemaya kurdî li Ûrmîyeyê çawan e? Gelo yê hebe an na? Yê çawa xwe pêş bixe ?
Çawa ku min got sewad yanî zanîn û xwendina sînemayê gelekî girîng e. Her kesê ku bixwaze tevli sînemayê bibe, di serî de divê bixwîne ku paşê eger berhevekî dide der, berheveke bikalîte be. Ji ber ku sînema tiştek nîne ku bi tenê bo taxekê an bajarekî be. Tiştekî cîhanî ye. Ji ber vê divê asta sewada me gelek li jor be. Ya me kurdan, sînema dereng hatîye nava me û gelek çîrokên me, negotî mane. Neçêkirî mane. Eger em bixwazin bi rêya dîmenê van tiştan nîşan bidin, pêwîst e gelek gelek bihêz be.
Tu gelek caran xeber an nûçeyên fîlmên xwe di medya û bi taybet medyayên Ûrmîyeyê da belav nakî. Li Ûrmîyeyê her kes ku kurtefîlmekê çêdike çendîn caran xebera destpêbûn û amadebûn û … belav dike. Tu çima wisa nakî û vî karî çawan dibînî?
Mesele ne ev e ku ez naxwazim bi medyayên Ûrmiyeyê ra bixebitim. Her medyayek ku bixwaze ez digel diaxivim. Eger yên Ûrmiyeyê jî hatibin û daxwaza hevpeyvînê kiribin, an xwestibin xeberên fîlmên min belav bikin min qebûl kiriye. Belkî ev nehatibin. Elbet min çaverêyîya ti tiştî jî ji ti kesî nîne.
Tiştekî din ku derbarê nûçeyên karan da heye, ez hez nakim xwe bi fîlmên xwe mezin bikim. Ez bawer im karê baş bi xwe, xwe nîşan dide û ne hewce ye mirov reklamê li ser bike. Yanî divê karê mirovî, mirovî mezin bike, ne ku mirov bi reklaman karê xwe mezin bike.
Kesê diduyan ku me pê ra hevpeyvîn kirîye, Mîlad Temerî ye. Mîlad fîlmçêker e û herwisa bi awayê rexnegirane li sînemayê dinêre, nivîsarên wî yên li ser sînema û rexneya wê di kovarên wekî Vejînê da belav bûne. Wî bi xwe li zanîngehê beşa edebîyata îngilîzî qedandîye. Nêrîna Mîlad wekî derhêner û rexnegirekî Ûrmîyeyî, li ser sînemayê balkêş û cîyawaz e.

Wekî kesekî ku sînemayê nas dikî û bi çavê rexnegirane lê dinêrî û herwisa li Ûrmîyeyê dijî, nêrîna te derbarê sînemaya kurdî da çi ye? Yanî tiştekî bi navê sînemaya kurdî heye? Eger erê ye, mebest jê çi ye? Sînemaya ku zimanê wê kurdî ye an tiştekî din?
Derbarê vê pirsê da, rastî ev gotina ku em dibêjin Sînemaya Kurdî û ew tiştên derbarê wê da tên gotin, mirov derbarê miletên din da nabihîze. Yanî tu qet nabihîzî bibêjin Sînemaya Îngilîzî, Sînemaya Farsî û hwd. Ev bi tenê ziman in. Me sînemaya Fransayê heye, Sînemaya Brîtanyayê heye, Sînemaya Îranê heye, Sînemaya Ereban heye. Di nava ereban da jî bo mînak Sînemaya Misrê digel ya Îmaratê gelekî ferq heye. Her welatekî sînemaya xwe heye. Vî tiştî jî pênaseyek heye. Yanî her welatekî ku sînemaya xwe heye, pênaseyeke dewletî û erdnîgarî heye. Dewletek di erdnîgarîyekê da, piştgirîya sînemayekê dike û ew sînema çêdibe. Niha ew tiştê ku em wekî Sînemaya Kurdî dinasin, ew fîlmên ku tên çêkirin, bes ew çi ne? Ez wuşeya Sînemaya Kurdî durist nabînim. Yanî bi dîtina min ev tişt şaş e.
Sînemaya Kurdî tiştekî sabit nîne. Yanî tiştek nîne ku mirov bikare pênaseyekê jê re bide. Bingehên peyvên hunerê da ti carî lihevkirinek nîne. Yanî wekî mînak peyva sînema bi xwe. Peyva sînema jî lihevkirin li ser nîne. Mesela niha hin kes Hitchcock wekî sînemager dinasin û dibêjin mamostayê me Hitchcock e. Li hemberî wî, hin kes jî dibêjin mamostayê me Tarkowskî ye. Ev her du kes ji hemû hêlan ve, wekî hev fîlman çênakin. Niha jî ku sînemaya awangard hatîye û her kes dibêje ez sînema me. Godard dibêje ez sînema me. Fincher dibêje ez sînema me. Yanî stîlên gelekî cîyawaz hene. Fîlmek wekî “Un Chien Andalou” ya Luis Bunuel û Salvador Dali jî ku fîlmeke surreal e dibêje ez sînema me. Di halekî da ku yekemîn fîlma ku hatîye çêkirin jî ku birayên Lumiere çêkirine, document e. Yanî sînema ji documentê hatîye çêkirin. Yanî lê binêre ev qas îxtilaf heye û nêrîn cîyawaz in. Bes ev tiştê ku ez derbarê Sînemaya Kurdî da dibêjim, tiştek nîne ku divê hemû qebûl bikin. Lê rastî bi dîtina min, nabe em fîlmên kurdî sînordar bikin. Yanî niha ez wekî mînak ez bêjim îsal fîlma Oppenheimer zêde hate dîtin. Fîlmên din jî hene, ev tên û sînoran derbas dikin. Yanî derhêner her axatinek hebe, her tiştek di mejîyê wî da be, tê dibêje û diavêje meydanê. Hemû dibînin û mifayê jê werdigirin. Mebesta min ew e ku em eger vê meseleyê sînordar bikin, em ê zulmekê li fîlmên kurdî bikin.
Çima eger em sînordar bikin Sînemaya Kurdî yê tûşî kêşeyê bibe?
Ji ber ku tu lê binêre ka fîlmên kurdî niha derbarê çi da ne? An derbarê vê yekê da ku zimanê wan kurdî ye, an zimanê wan ne kurdî ye, lê kurdekî çêkirîye, an ne ziman kurdî ye û ne kurdekî çêkirîye lê derbarê jîyana kurdan da ye. Ew jî dikare zimanê wê kurdî be an nebe. Bi giştî ev sê tişt in ku em di fîlmên kurdî da zêde dibînin. Niha em vegerin ser mijara dîmenan di sînemayê da. Yanî gelo dîmenê Sînemaya Kurdî, kurdî ye? Nasnameya dîmenê di sînemaya kurdî da hatîye pênase kirin? Bera xwe bide, em dikarin wuşeyan bibêjin ji xwe re, lê divê em binertan pênase bikin. Rastî di sînemaya Yılmaz Güney da mirov vî tiştî dibîne. Sînemaya Kurdî, yanî ew dîmenê ku jîyana kurdî heye, tê dîtin. Lê gelo ew nasname hatîye pênase kirin? Hatîye domandin? Dîsa hatîye çêkirin? An her kesekî hatîye ji xwe re sînemayek çêkirîye ku an kurdî bûye, an kurdekî çêkirîye, an jî derbarê jîyana kurdî bûye û nav lê kirine Sînemaya Kurdî. Belê me festîvalên kurdî hene, me fîlmên kurdî hene, me derhênerên kurd hene, me gelek tişt hene, lê divê em vê yekê jî bizanin ku divê li ser Sînemaya Kurdî pêdaçûn bên kirin û nevê em wiha sade lê binêrin.
Haya te ji fêlmên ku li bakur an Tirkîyeyê an beşên din çêdibin, heye an na? Eger erê ye, tu wan wekî sînemaya kurdî bi nav dikî? Kesek niha heye ku tu bawer bî fîlmên wî bi rastî sînemaya kurdî ne?
Yekemîn fîlma ku ez dixwazim behsa wê bikim fîlma “Yol” a Yılmaz Güney e. Dişêm bibêjim min yekemîn rexneya xwe jî li ser “Yol” nivîsîye û “Yol”ê ji bo min cihekî gelek bilind heye. Yol ji bo min ji fîlmekê zêdetir e. Ji ber vê kerbên min ji Sînemaya Kurdî vedibe ku ez carnan dibihîzim ku Yol sînemaya kurdî nîne. Kenîya min bi vî tiştî tê. Rastî ji bo min Sînemaya Kurdî sînemaya Yılmaz Güney e. Elbet pênaseya min cîyawaz e digel we. Yanî ew tiştên ku hûn jê re dibêjin Sînemaya Kurdî, ez wisa nafikirim. Ez wiha bêjim ku baştirîn fîlma kurdî, fîlma Yol e û baştirîn sînemaya ku di nava kurdan da hatîye çêkirin sînemaya Yılmaz Güney e. Ne ji ber xelatên ku bi dest xistine, ji ber fêlmên wî. Yılmaz dizanî divê li çi cihekî raweste û çawa fîlmê çêbike. Ev gelekî mihim e ku tu bizanî tu li ku derê yî û çi dikî. Kameraya Yılmaz, nasnameya xwe heye, çîroka wî nasnameya xwe heye. Wate heye. Mesela ez niha hin caran dibînim ku kameraya derhênerên me li ser destê wan e. Yanî bi awayê real fîlmê digirin. Yanî kamera tiştek e ku divê nasnameya wê hebe. Ji bo danîna wê li cihekî divê te delîlek hebe. Te armancek hebe. Tu nikarî bibêjî ji ber ku niha awropî kamerayê li ser destê xwe digirin ez ê jî wisa bikim. Ji ber vê ez dibêjim Yılmaz dizanî li ku raweste. Wî pêngava ewil avêt. Baş jî avêt. Pêngava ewil ew qas baş û bihêz danî ku yên piştî wî ew qas jî fîlmên xirab çêdikin, Sînemaya Kurdî xirab nabe û naçe binî. Ev Yol nimûneya yekem e bo min.
Niha ez fîlmên Hişam Zeman dibînim. Hişam Zeman ji bo min derhênerekî baş e û fîlma Winterland gelek keyfa min pê hat. Fîlmeke gelekî bihêz bû. Fîlma Vodkalemon jî min pê fîlmeke baş bû. Lê ez bêjim ya Hişam nebû. Nizanim ya kê bû. Ez bêjim Huner Selîm. Bêkes fîlmeke pir baş e. Fîlmên Behmen jî du berhevên wî pir baş in. “Dema Hespên Sewrxweş” û “Kûsele Difirin”. Şewket Emîn çend sal berî niha fîlmeke pir baş çêkiribû. Ew jî “Bîrewerîyekanî Ser Berd” bû. Yanî me kurdan fîlmeke ku derbarê sînemayê da be, kêm hebû. Ev fîlm fîlma Cinema Paradiso tîne bîra mirov. Ev fîlmên min ji te re gotin her yek bi awayekî û şêwazekî hatîye çêkirin. Her yekê mebestek heye. Lê derbarê jîyana kurdan da ne. Ev girîng e. Ji min re fîlmek mihim e ku derbarê jîyana kurdan da be. Eger zimanê wê jî kurdî nebe û derbarê jîyana kurdan da be bo min kurdî ye. Herwisa ku Godard dibêje piştî mirina Kîyarostemî, Sînema mir, bi raya min piştî Yılmaz jî Sînemaya Kurdî xilas bû. Yanî bi wî dest pê bû û digel mirina wî jî xilas bû. Maneya vê gotinê nabe ew ku piştî Yılmaz fîlman çênekin û hewl nedin. Lê bi rastî karê me gelekî zehmet e. Ji ber ku em nikarin bigihîjin wî.
Ew kesên kurd ku li sînemaya Îran an Tirkîyeyê dixebitin çiqas nûnerê sînemaya kurdî an jîyana kurdî ne?
Bersiva vê pirsê gelekî kurt e. Tiştekî wisa nîne ku mirov bikare gelek li ser biaxive. Mirov nûnerê wî tiştî ye ku derbarê wî da dixebite. Yanî mirov nikare bireve an bibêje ew kesê ku baş e nûner e û yê xirab nûner nîne. Hemû nûner in. Me yên baş jî hene yên xirab jî hene. Dema fîlmçêkerekî kurd fîlma xwe dibe festîvalekê ku fîlma wî ji her hêlê ve ne baş e, ew jî nûnerê me ye. Lê nûnerekî xirab e.
Bi raya te xelkê kurd bi giştî û xelkê Ûrmîyeyê çiqas sînemayê û sînemaya kurdî nas dike û çiqas ji wan re mihim e?
Ez nikarim gelek behsa kurdên beşên din bikim. Ji ber ev yek dîtineke meydanî dixwaze. Jîyanê dixwaze. Sînoran jî em ji hev dûr kirine. Ez nizanim. Lê li Ûrmîyeyê asta naskirina sînemaya kurdan bi tenê hin post û storyên Înstagramê ne. Yanî xeberek tê der di Instagramê ku mesela filan fîlmê wiha kir û temam. Sînema digel reklam û nûçeyê cîyawaz e. Sînema, sînema ye. Tu lê binêre Edison jî fîlm tomar kirîye. Lê em jê ra nabêjin sînema. Sînema wî wexta çêbû çû ser perdeyê. Ji ber ku sînemayê pênaseya xwe heye. Niha eger em bên û sînemaya xwe bi tenê wekî nûçe û reklam danin û tiştek bi navê ekranê nebe ku nîne, ew nabe sînema. Eger tu fîlmê ji bo xelkê ekran nekî, yê çawa nas bike? Ez dibêjim xelkê me sînemayê nas nake, wekî nûçe dibîne ka fîlmçêkerê kurd çi kir. Nexwe kesên ku dilsojên sînemayê bin jî kêm in û dilsojên sînemayê jî gelek azarê dibînin.
Sînemaya kurdî eger hebe çawa dikare xwe wekî sînemayeke serbixwe û li kêleka sînemaya cîhanê nîşan bide?
Gelekî keyfa min jı vê pirsê û peyva “Serbixwe” hat. Nizanim mebesta te ji serbixwe çi ye. Sînemaya serbixwe ku em bi farsî jî dibêjin sînemayê musteqil nikare di cîhanê da xwe gelek nîşan bide. Tevî ku carnan jî karîye vî karî bike. Sînemaya serbixwe yanî sînemayek ku di vê atmosfera senetî ya sînemaya cîhanê da, bi pereyê serbixwe bê çêkirin.
Lê eger mebesta te ji serbixwe ev e ku sînemaya kurdî bikare xwe wekî sînemayekê bide nasandin û xwe ji reklam û nûçeyan dûr bike û bi rastî bibe sînema, divê were nav kultûra kurdî. Yanî sînemaya kurdî ti rêya wê ya din nîne ji bilî ku tevli jîyan û kultûra kurdî bibe û bikare efsaneyên kurdî digel jîyana niha ya kurdan bi hev ve girê bide. Şola sînemager ev e. Bi raya min Ehmedê Xanî eger niha zindî bûya nedibû helbestvan. Belkî bibûya sînemager. Ji ber ku ew çîroka ew dibêje, ew karakterên ew çêdike, ew dîmenên diafirîne, fîlmçêkerên kurdî wan dîmenan çênakin. Sînemagerên kurdî dikarin gelek karên mezin bikin. Lê divê xwe ji nûçe û reklam û filan tiştan dûr bikin. Me di sînemayê da kesên wekî Alice Guy Blache hebûne ku tesîreke pir mezin li sînemayê kirîye lê niha navê wê jî nayê gotin. Yekemîn kes bûye ku çîrok anîye nava sînemayê. Ev tiştê girîng tesîr e ne slogan e. Dibe ku tesîra te gelekî zêde be lê ti kes behsa te neke. Divê tu li dû vê nebî ku behsa te bikin. Sînemaya kurdî yê wî wextî ser bikeve ku xwe fîdayî çîrokê bike. Mesela fîlma “Kûsel Difirin” a Behmen Qubadî çima ewqas hat naskirin. Gelek kesan fîlm dît lê nedizanîn Behmen kî ye. Ji ber ku xwe fîdayî çîrokê kiribû. Çîrok û fîlm ji sînemagerî mezintir bû. An fîlma wî ya Dema Hespên Serxweş, dema tu dibînî, ji bo te ne Behmen Qubadî mihim e, ne slogan û nûçe, jîyana Madî hestîyên te hûr dike.
Çîrok gelekî mihim e û eger çîrok baş nebe dîmen tu çi bikî jî nikarî bigihîjî sînemaya dinyayê.
Em sipasîya te dikin ku beşdar bûye vê gotûbêja digel Botan Timesê û di dawîyê de eger gotineke te bi xwe heye kerem bike.
Ez jî kêfxweş bûm ku min bi we re gotûbêj kir. Ez hêşta jî şagirdek im ku alfabeya sînemayê hîn dibim û mamostayên gelek mezin hene. Hêvîdar im axaftinên min ji wan mamostayan re nebin bêrêzî. Min bi tenê nêrîna xwe gotîye. Destxweşîyeke taybet jî li xwînerên Botan Timesê dikim. Ji ber ku ew kesên gelek hêja ne ku dikarin gelek karan bikin lê tên û axaftin û nivîsarên wiha parve dikin û nirx didin kultûra xwe. Hêvîdar im ku sînemaya kurdî hebe. Fîlmên kurdî hebin. Fîlmçêkerên kurd rêya xwe bidomînin û festîvalên kurdî sal bi sal baştir bibin. Hêvîya herî mezin ev e ku xelkê kurd zêdetir bera xwe bide fîlmên kurdî û dema xwe bi wan derbas bike. Armanca sînemayê ya serekî sergermî ye. Sînema heye ku sînema bimîne û serê xelkê pê germ bibe.
Di van rojan da ku mirov her nûçeyên nexweş dibihîze, hêvîdar im sînema bikare dilê wan zarok û dayîkên ku xemgîn li malê rûdinên şa bike. Fikra wan li ser xemên wan rake. Rastîya sînemayê jî ev e ku fikra xelkê mijûl dike ku ji xemên xwe dûr bibin.
Li bajarê Selmasê heta par fîlmên kurdî bi awayê profesyonal nehatibûn çêkirin. Bi giştî li Selmasê sînema gelekî bihêz nîne û tirkên azerî jî di vê babetê da kar nekirine. Bi tenê sînemayek li Selmasê hebû ku nêzî bîst salan e girêdayî ye û çu cihekî fermî ji bo ekrana giştî ya fîlman nîne. Tevî hemû asteng û arîşeyên heyî, Armîn Mihemedî li Selmasê dest bi kar bû û wî yekemîn fîlma kurdî ya Selmasê ku kurtefîlma “Şîn” e çêkir [2]. Fîlma Şîn ku tesîrên nebaş ên şînê li ser zarokan û jîyana zehmet a malbateke kurd a selmasî piştî mirina dayîka malê nîşan dide, heta niha beşdarî hin festîvalên fîlman wekî festîvala Berlînê bûye [3]. Me gotûbêjeke kurt kirîye digel Armînî ku em bizanin rewş li Selmasê çawa ye û sibêroya wê yê çawa be.

Wekî kesekî ku yekemîn fîlma bi zimanê kurdî li Selmasê çêkirîye, bi nêrîna te Sînemaya Kurdî dikare li Selmasê hebe? Ji bo ku hebe, divê çi karek bihête kirin?
Derîyên sînemayê her tim ji bo her fikr û miletekî vekirî ne. Tarîxa sînemayê selimandîye tevî hemû astengên ku heta niha hebûne, her tim berhevên berketî ji dilê van astengan derketine. Civaka kurdî jî ne îstisna ye. Fîlmçêkirina kurdan li gorî pozîsyon û erdnîgarîya ku tê da çêdibe, kêşeyên wê yên curbicur hene. Bi nêrîna min eger fîlmçêkerên serbixwe bi awayê madî û menewî, bihên palpiştîkirin û jêrxanên wekî hebûna sînemayan û kursên fêrbûnê bihêztir bibin da ku ciwan bêtir vê atmosferê nas bikin, mirov ê bikare sibêroyekê bo sînemaya kurdî li bajarê me bibîne.
Fîlma te ji ber ku zimanê wê kurdî ye kurdî tê hisabkirin an naveroka wê jî kurdî ye? Yanî em dikarin vê fîlmê wekî sînemaya kurdî bihesibînin?
Kurtefîlma “Şîn” wekî yekemîn berheva min, him zimanê wê kurdî ye û him di nava coxrafîya û kultûreke kurdî da çêbûye. Tiştê ku min dixwast, realîzmek bû ku axlebe wekî beşek ji sînemaya kurdî dihête naskirin. Realîzm di sînemaya kurdî da bi maneya nîşandana sadiqane û bêxemlandin a rastîyan e. Hewla min ew bû ku bi dîmenkirina kêşeyên civakî, nasnameya kultûrî û jîyana rastî a xelkê kurd, xwe nêzî temaşevanan bikim ku mirov dikare vê helwestê wekî realîzma civakî bi nav bike. Bes di bersiva pirsa we da: belê, mirov dikare kurtefîlma “Şîn” wekî sînemaya kurdî bihesibîne.
Çawa bû ku te wekî gencekî kurd, ji sînemayê hez kir û te xwest fîlmekê bi kurdî çêbikî?
Dihête bîra min dema ku ez zarok bavê min her tim diçû bakurê Kurdistanê û hatûçûna wî hebû û kasêt û DVDyên fîlmên kevn bi xwe ra dianîn û em li gundê me bi gundîyan ra rûdiniştin û me li fîlmên Kemal Sunal û Cüneyt Arkın û Yılmaz Güney dinêrî. Vê hesta nostaljîk hezeke fîlmçêkirinê di min da çêkir. Gelek piştî wê min dest bi xwendin û hînbûna sînemayê kir û min sînemaya kurdî kûrtir nas kir. Ev yek ku ez bikarim bi zimanê xwe, kultûra xwe ya tê da dijîm nîşan bidim bû yekemîn xwestek û amanca min ji sînemayê. Ez hez dikim her tim bi kurdî fîlman çêbikim û jîyana bi kurdî nîşan bidim.
Gencên wekî te li Selmasê çiqas sînemayê nas dikin û jê hez dikin?
Mixabin ew jêrxanên ku min amaje pê kir, heta niha çu kesî bala xwe nedayê û çu hewlek ji bo çêkirina wan nebûye. Bajarê me heta niha çu sînemayên wê yên aktîv nînin. Dewletê jî çu hewlek bo vê yekê nedaye. Tevî van niha bi arîkarîya teknolojîyê mirov dikare bi hêsanî destê xwe bigihijîne hemû fîlmên nû jî, lê ew hesta ku fîlmdîtin li Sînemayê dide mirov, bi rêya telefon û televîzyonê çênabe. Bi raya min baştirîn rê ji bo cezbkirina ciwanan, birêvebirina kursên fêrbûnê ne. Elbet rewş ji bo sînemaya kurdî jî cîyawaz e. Min bi xwe heta niha carekê jî li sînemayê li fîlmeke kurdî nenêrîye. Bi giştî ez dikarim bibêjim ciwanên bajarê me bi sînemayê ra xerîb in.
Em sipasîya te dikin ku beşdar bûye vê gotûbêja digel Botan Timesê. Di dawîyê de eger gotinek te bi xwe hebe kerem bike.
Ez jî kêfxweş im ji hevpeyvîna bi we ra. Hêvîdar im sînemaya kurdî piştî rawestana ku gelek wextî tûşî wê bûye, bigihîje serdema xwe ya serkevtinê û bibe şanazîyek bo ziman û kultûra me.
Çavkanî:
[1] https://m.imdb.com/name/nm15076561/?ref_=nv_sr_srsg_0_tt_1_nm_7
[3] https://t.me/urmiye24_ir/95442
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.