Sînan Ogan: Em ê piştgiriyê bidin Erdoganî!


Navenda Nûçeyan
Namzetê Serokkomarîyê yê Tifaqa Atayê Sînan Ogan helwesta xwe ya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê eşkere kir.
Oganî got, “Em ê piştgiriyê bidin berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdoganî.”
Tifaqa ATAyê, ji Partîya Zafer, Partîya Adalet, Partîya Doğru, Partîya Tifaqa Tirkiyeyê û Partiya Ulkem pêk dihat.
Namzetê Tifaqa ATAyê Sînan Ogan di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê da ji sedî 5.17ê dengan wergirtibû.
Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag berîya du rojan eşkere kiribû ku ew ji nava Tifaqa Atayê derketine.