Silopya: Aşê avê yê kevnar ji bo çêkirina te’înê digere

Aşekê avê yê li Silopyaya Şirnexê ev demek e ji bo çêkirina te’înê digere. Ev aşa ku bi hêza ava Çemê Nerduşê dixebite bo Emîna û Salihî bûye kanîya debarê. Ew tevî zarokên xwe sê sal in tovên kuncî yên ku li gundên derdorê tên çandin di vê aşê de dihêrin û dikin tehîn.  Emîna […]

Silopya: Aşê avê yê kevnar ji bo çêkirina te’înê digere
Silopya: Aşê avê yê kevnar ji bo çêkirina te’înê digere
Şirvan Görer
  • 6 Ocak 2023 15:46

Aşekê avê yê li Silopyaya Şirnexê ev demek e ji bo çêkirina te’înê digere.

Ev aşa ku bi hêza ava Çemê Nerduşê dixebite bo Emîna û Salihî bûye kanîya debarê.

Ew tevî zarokên xwe sê sal in tovên kuncî yên ku li gundên derdorê tên çandin di vê aşê de dihêrin û dikin tehîn. 

Emîna dibêje ew bi zarokên xwe re, bi xebata li aşê debara mala xwe dikin. Li gor gotina Emîna, jiber ku her tiştên wan xwezayî ye tehîna wan jî gelek bi tehm e.

Bi qonaxên ku Emîna dibêjê, destpêkê tovên kuncî têne komkirin, piştre kuncî tên aşê û bi alîkariya bayê ji qalikên wan tên paqijkirin û piştre jibo sorkirinê tê ser dezgeya ku ji axa sor hatîye çêkirin.

Li vir, tovên kuncî li ser agir têne sorkirin û rûnkirin. Paşê jî ew wan dikin hundirê aşê û li wir rûnê wan tên derxistin û dibin tehîn.

Salih balê dikişîne ser tunebûne derfetên dibêje,” Ger di destê me de derfet hebûna meyê karê xwe mezintir bikara. “

Ew dîyar dike ku tehîna wan eleqeyeke zêde dibîne lê dibêje jiber ku kargeha wan biçûk e û derfetê wan nîn in ew nekarin pirtir tehînan çêbikin.

Bi gotina Salih, ew tehîna ku bi tevahî ji tovên kuncî yên xwezayî têne çêkirin li 20 bajaran têne belavkirin.

Tehîna ku bi tevahî ji tovên kuncî yên xwezayî tê çêkirin, li 20 bajaran tê belavkirin.