Daren Butler | 31/03/2025
Tirkiye bi tepisandina dijberê sereke yê Erdogan û bêdengîya li ser reformên piştî pevçûna 40 salan ya bi kurdan re, nebawerî di nav kurdan de zêde kiriye.
Banga rêberê girtî Abdullah Ocalan a mehê borî ku xwest PKK ji belav bibe, dîyarîyek bû ji hikûmetê re. Partîya DEM niho dixwaze gavên demokratîk werin avêtin.
PKKyê di cih de agirbestek ragihand û got ku ew dixwaze Ocalan bi xwe vê pêvajoyê birêve bibe.
Hevpeyvînên bi kurdan û sîyasetmedaran re nîşan didin ku li başûr-rojhilata Tirkiyeyê, gumanên wan ji hêvîyên aşitîyê zêdetir in. Desteserkirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Imamoglu mezintirîn protestoyên 10 salên dawî pêk anîne.
Dudilî di pêvajoyê de
“Em dikevin qada mayînan. Dikare têk biçe,” gotiye parlamenterê DEMê Cengiz Candar, ku ji salên 1990î ve bi pirsa kurdî re têkildar e.
DEMê sê hevdîtin bi Ocalan re li girtîgeha Imraliyê pêk anîne. Lê ew dibêjin ku Enqere wan li ser nexşeya rêya reforman di tarîyê de dihêle.
Erdogan got: “Piştî avêtina çekan, qada demokratîk wê berfirehtir bibe.”
Gavên ber bi aşitîyê ve
Nîşaneka hevpar, dema ku kurdan Newroz pîroz kirin, derket holê. Erdogan pêşniyar kir ku ew bibe cejneka neteweyî.
Parlamenterê DEMê yê Şirnexê, Mehmet Zeki Irmez, got: “Divê dewlet gavan biavêje, lê em vê li herêmê hîs nakin.”
Di dehsala dawî de, Tirkiyeyê şaredarên partîyên kurd ji kar derxistine, rêberên wan girtine û bi hezaran kes ji ber têkilîyên îdiayî yên bi PKKyê re girtine.
PKKyê got: “Ji bangewazîya Ocalan ve, Tirkiye êrîşên xwe kêm nekirine.”
Rayedarekî parastinê bersiv da: “Heta ku terorîstek çekdar hebe, operasyonên me dê berdewam bin.”
“Xwîn û hêsir”
Îmamê Mizgefta Nebî ya li Diyarbekir, Omer Iler, di 2016an de pevçûn bi xwe dît dema ku hêzên ewlehîyê li navenda dîrokî ya bajarî şer kirin.
“Xwîn û hêsir wek lehîyê bû” got Iler. Wî pesnê Erdogan da ku neheqîyên li dijî kurdan serast kiriye. Lê ew ti agahîyê li ser reformên piştî belavûna PKKyê nizane.
Li derve, niştecihekî 63 salî got: “Dewletê gelek caran em xapandine. Ocalan divê were berdan da ku bi PKKyê re biaxive.”
Hewldana dawî ya aşitîyê di 2015an de têk çû, hevdem bi zêdebûna hêza YPG ya kurdî li Sûriyê re.
Çavên li ser destûreka nû
Erdogan li pey destûreka nû ye ku dê rê bide wî di hilbijartinên 2028ê de beşdar bibe. Serokwezîrê berê pêşniyar kir ku pênaseya “tirk bûn” were guhertin, da ku komên etnîkî xwe îhmalkirî hîs nekin.
Candar dîyar kir ku Bahceli niho behsa Ocalan wek “rêberê damezrîner” ê PKKyê dike, berevajî gotinên berê wek “serokê terorîst”.
Çavkanî:
Reuters, Botan Times Daren Butler
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.