Shahab Vali li Botan Timesê ye!

  • 08/02/2024
Shahab Vali li Botan Timesê ye!
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

08/02/2024

Lêkoler û akademîsyen Shahab Vali li Botan Timesê ye.

Shahab Vali dê li ser kevneşopîya destanan di nav kurdan da, şahname û mîtolojîya kurdan bo xwînerên Botan Timesê binivîse.

Yekem nivîsa Vali dê di demeka nêzîk da bo xwînerên Botan Timesê bê weşandin.

Shahab Vali kî ye?

Sala 1973yan li Îranê hatîye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê sala 2001an, di beşa Tarîxa Dîn û Tesewifê da li Tehranê temam kirîye û mastera xwe jî di beşa Ziman û Nasnameyên Kulturî ya Zanîngeha Lyon-Jean Moulin ya Fransayê li ser ‘Destxetên Yarsanan’ sala 2003yan temam kirîye. Sala 2008an li EPHE- Sorbonê teza xwe ya doktorayê li ser ‘Mîtolojî û Doktrînên Yarsanan’ bi pîrozbahîya jurîyê parastîye. Di navbera salên 2008-2011yan da li zanîngeha Beheştî ya Tehranê dersên ‘Mîtolojî’ û ‘Tarîxa Dîn û Irfanê’ dane. Vali, ji sala 2013yan vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî da wekî mamoste dixebite.

Berhemên wî

Les Yârsâns : Aspects Mythologiques – Aspects Doctrinaux, Editions Universitaires Européennes, Février, 2011.

Osmanlı Devleti ve Kürtler, (Editör), Kitap yayınevi, İstanbul, 2018

Kurdên Yarsan, Dîrok û Mîtolojî, ( wer. Sevda Orak Reşitoğlu). Avesta Yayınları, İstanbul, 2018.

Mem û Zîna Hewramî, Nûbihar, İstanbul, 2020. (ligel Cumhur Ölmez)

Şahnameya Kurdî Rustemê Zal û Heft Xana Wî, Avesta Yayınları, İstanbul, 2021.

Mîtos û Edebiyat, Bikaranîna Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de, Nûbihar- İstanbul, 2023.(Amadekarî ligel Kenan Subaşı)

Perîşanname, Avesta Yayınları, İstanbul, 2023 (ligel Erol Şaybak)

Şîrove*

%d