Sewta Seîd Yûsif û Sînor û Sewda

Sewta Seîd Yûsif û Sînor û Sewda
Omer Faruk Baran Fotoğrafı

Omer Faruk Baran

Navenda Nûçeyan

Herkesî Seîd Yûsifekî xwe heye û meseleyeka xwe bi muzîkên wî re. Bo şairekî şûm jî ji serê salên 2000î vir ve meraqeka mezin e bê ka Seîd Yûsif, ew şiîra xwe Mala We ser kê nivîsîye û straye. Şairê şûm ku li Sirûcê, li Stenbolê, li Diyarbekirê çi gava bi wê stranê sewta Seîd Yûsif bihîstiye, xas, xaseten sewda dîtiye.

***

Şêrgeleyê şiîra Kurdî Arjen Arî, di xatirayên xwe de bi cumleyên êpêce ecêb behsa muzîka Seîd Yûsif kiriye.

Arjen Arî dibêje, “Seîd Yûsif heft şûnik li şûna mitirban xistiye. Bi namûs, kare her çil mirîyên li Mezela Hececan rake govendê.”

Kê dîtiye mirî ji mezelan rabûne? Lê gava şor-mesele muzîka Seîd Yûsif be, şairekî nola Arjen Arî kane bo wî namûsa xwe deyne sonda xwe û wisa pesnên wî bide.

Edîtorê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin, ew jî di nivîseke xwe de nola gotinên Arjen Arî tesdîq bike, behsa efsûna sewta Seîd Yûsif dike.

Abdullah Keskin, di nivîsê de muzîka Seîd Yûsif ya ku ji Qamişloyê hidûd derbaz kiriye, hatiye li Nisêbînê li ber guhên wî ketiye, bi kasetan dibe Stenbolê û ji wê metropolê malumatên muhîm dide.

Gorey gotina Abdullah Keskin, Seîd Yûsif sala 1996an li Unîversîteya Boğaziçiyê dersa meqamên muzîkê daye Koma Kardeş Türkülerê.

Bi ewên ji wê roya dersê di bîrê de mane, Abdullah Keskinê ku bo wî muzîsyenî û wê komê tercûmanî kiriye, dibêje “Seîd Yûsif, Erebî, muzîka Erebî jî pir baş dizanî, jixwe demekê li Bêrûdê bi Feyrûz re kar kiribû..”

Ev tev li hêlekê, a ku tesîreka tam li Abdullah Keskin kiriye ji salên 1980î meseleyeka din e. Abdullah Keskin dibêje, carna li binê xetê dawet çêdibûn, ji wê hêlê dengê hoparlorê vedikirin û dibêje li vê hêlê xelkê govend digirt, Qamişlo lê dida, Nisêbîn direqisî.

Kordînatorê Botan Timesê Murat Bayram ser vê meseleya enteresan sala 2022yan senaryoyek nivîsî û derhêner Ekrem Yıldız ew kir kurtefîlm, nav Muzîka li Pişt Sînoran danî.

Di kurtefîlmê de, li gundekî Nisêbînê sal 1982 ye û bi muzîka Seîd Yûsif ya ji Qamişloyê, ji wê hêla din ya xetê tê li vê hêlê govend digere. Eskerên Tirk pê dihisin, dibêjin qey muzîka Kurdî ya yasax li Nisêbînê lêdikeve û diçin gund ku dengê muzîkê bibirin, lê muxtar sewt tirsîyayî, ji eskeran re dibêje, muzîk lênakeve li gund, deng ji hêla Sûrîyê tê û kurtefîlm çerx dibe heta salên 2020î tê.

Herkesî Seîd Yûsifekî xwe heye û meseleyeka xwe bi muzîkên wî re. Bo şairekî şûm jî ji serê salên 2000î vir ve meraqeka mezin e bê ka Seîd Yûsif, ew şiîra xwe Mala We ser kê nivîsîye û straye. Şairê şûm ku li Sirûcê, li Stenbolê, li Diyarbekirê çi gava bi wê stranê sewta Seîd Yûsif bihîstiye, xas, xaseten sewda dîtiye.

tê qîz û xorta dîn bikê
û dilê kala pir şa bikê
tê dîlanê ruhnî bikê
hey stêra j’ ezmana daketê


Çavkanî:
Arjen Arî, Bîhoka Li Pişt Sînor, Weşanxaneya Avesta, Stembol, 2010.

Amadekar: Abdullah Keskin, Seîd Yûsif: Mirîşka Kulek, Weşanxaneya Avesta, Stembol, 2021.

Seîd Yûsif, Govenda Dilan, Qamişlî, 1995. (Weşanxaneya berhemê nehatiye nivîsîn)

Her meh 21 hezar kes Botan Timesê dixwînin. Tu jî yek ji wan î. Heger tu mehane bi 1 Dolarî piştgirîya Botan Timesê bikî, em ê bikarin bi hev re ji aliyê ekonomîk ve jî rojnamegerîya serbixwe bilind bikin. Botan Times her meh bi telîf herî kêm 60 nivîsan û 25 Podcastan diweşîne. 7 xebatkarên Botan Timesê hene, tekane dahata wê fonên navneteweyî ne. Bo piştgirîyê lînka li jêr bitikîne û bibe patron. Tu çi wext bixwazî dikarî piştgirîya xwe ya mehane bisekinînî.
Become a patron at Patreon!