Li navçeya Perwarîya Sêrtê agira ku bi daristanan ketiye piştî 52 seatan hatiye vemirandin.
Li gorî nûçeya Ajansa ÎHAyê agira ku li daristanên gundê Doganê ketibû bi alîkarîya tîmên agirkujiyê û niştecêyên herêmê hatiye vemirandin.
Hat gotin ku di dema xebatên vemirandinê da 3 karkerên daristanê ji dûxanê bi bandor bûne.
Her wiha ji ber şewatê 5 donim qada daristanî zerer dîtîye.