Serweta Elon Muskî di rojekê da 13 milyar dolar helîyaye

Serweta Elon Muskî di rojekê da 13 milyar dolar helîyaye
Serweta Elon Muskî di rojekê da 13 milyar dolar helîyaye
Botan Times
  • 22 Nisan 2023 17:47

Ji serweta xwediyê Tesla, SpaceX û Twitterê, Elon Muskî di nava 24 saetan da 13 milyar dolar helîyaye.

Di encama rakirina “tîka şîn” a Twitterê û teqandina rokêta SpaceXê da, serweta Muskî di rojekê da 13 milyar dolar wenda kiriye.

Dewlemendiya Musk herî zêde ji tevgerên hîseyên Teslayê bi bandor bûye. Tê gotin ku ev wendabûn ketina herî mezin a salê ye.

Xwediyê Tesla û SpaceX Elon Musk di Nîsana 2022an de bi 44 milyar dolaran platforma medya civakî Twitter kirîbû.