Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Şertên “proseya çareserîyê” çi ne?

21/11/2024

Ev demekî dirêj e behs û xeberên “proseya aştîyê/proseya çareserîyê” rojev e.

Heta niha ji alîyê gelek partî û dezgehan ve hatîye gotûbêjkirin ev mesele. Hetta li gorî hinek pisporên sîyasetê û sîyasetmedaran navekî teqûz jî nîne bo vê proseyê, ji ber ku şert û merc tam ne dîyar in bi tenê çend tişt têne gotin.

Bahçelî digot bila Rêberê PKKyê Abdulah Ocalan were meclîsê û bibêje wî PKK tasfîye kirîye. Hevserokên Dem Partîyê Hatimogullari û Bakirhan jî mealen digot muxatabê vê meseleyê Ocalan e bila tecrîd rabe û em bibihîzin ka çi dibêje. Gelek fikrên din ên cuda jî hatine pêşkêşkirin ev tenê çendek bûn ji gotinên wan derbarê proseyê da.

Van demên dawîyê îqtidarê qeyûm tayîn kirine ser şaredarîyên kurdan û gelek caran serokkomar Erdogan tîne ziman ku ew dê êrişî Herêma Rêveberîya Xweser jî bikin bi hinceta terorê.

Digel van rûdanan jî axaftinên “proseyeka nû” berdewam in.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel 4 şertên partîya xwe yên ji bo “pêvajoya çareseriyê” eşkere kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel doh li “Sazîya Xazîyan” li ser pêvajoya çareserîyê axivîye.

Ozgur Ozel amaje pê kir ku wan ji bo pêvajoyê 4 şert destnîşan kirine û şertên wan ev in:

“- Divê navend parlamento be.

– Divê pêvajo zelal û eşkere be.

– Divê nîyeta baş hebe û ji dil be.

– Divê lihevkirineke neteweyî hebe.”

“Divê malbatên şehîd û xazîyan razî bin”

Ozel amaje pê kir ku kes naxwaze termên kuştîyan werin û şertekî wî yê pêncemîn jî heye û li pey çû:

“Eger lihevkirineke civakî hebe divê em rûnin û biaxivin.

Eger em biaxivin divê malbatên şehîd û xazîyan werin civîna ewil û nêrînên xwe bînin zimên.

Divê beşdarî civîna dawîyê jî bibin û bibêjin bê ma ew razî ne yan na.

Em dê vê pavajoyê bêyî ku em kesî biêşînin bidomînin.

Eger hinek kes girîngîyê pê nedin em tevlî tiştekî wiha nabin.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan