Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Sêrt – Jinek ji ber zimanê kurdî nehat tedawîkirin

19/09/2024

Li Sêrtê jineka bi navê Fatma Sumelî ji ber nexweşîya xwe diçe nexweşxaneyê lê ji ber ku ew bi kurdî diaxive û tirkî nizane nehatîye tedawîkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Fatma Sumelî xwest li Polîklînîka Guh Bêvil Qirikê ya Nexweşxneya Pewerdehîyê û Lêkolînê ya Sêrtê tedawî bibe. Hat zanîn ku Fatma Sumelî ji ber ku bi tirkî nizanibûye nehatiye tedawîkirin. Sumelî a ku guhê wê giran bûne di 17ê îlonê de diçe nexweşxaneyê. Lê belê ji ber ku Sumelî bi tirkî nizanibûye testa wê ya guh ango SRT’ê nehatiye kirin. Bijîşkê ku li Sumelî nihêriye, li ser kaxezê ku ji bo testa guh amade kirîye, ev nîşe nivîsandîye: “Nexweş ji ber ku bi tirkî nizanibûye nirxên SRTê nehatine pîvan.” Bijîşk pêşnîyaz dike ku Sumelî bibin nexweşxaneyeke din tedawî bikin. 

Kurê wê Abbas Sumeli derbarê wê bûyerê da wiha dibêje. “Deng nayê dayika min, em jî li ser vê yekê çûn nexweşxaneyê. Dema em çûn nexweşxaneyê me testa guhê wê kir. Ewilî bi amûrekê li guhê wê nihêrîn. Paşê bijîşk li diya min nihêrî. Xwestin em biçin nexweşaneyên li Amedê an jî Êlihê. Min li kaxezê ku dane me mêze kir, tê de ev dihat nivîsandin; ‘Nexweş ji ber ku bi tirkî nizane nirxên SRT’ê nehatine pîvan’. Me xwest em bi rêya werger bikin lê daxwaza werger nîne. Xwestin ez dayika xwe bibim cihekî din tedawî bikim. Li wir ên bi kurdî jî dizanibûn hebûn, em jî hebûn lê belê dîsa xwestin em biçin bajarekî din.” 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li

Mafê bikaranîna kurdî li Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên 2025an de 24 caran hate binpêkirin

07/04/2025 Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran