Sersala Me û Sersala Tirkan

Çendî van salên dawî ew bên jibîrkirin an jî berdewamkirina wan qels û lawaz bibe jî, em dibînin wa vegerek li wan û hewlên ji bo vejiyandina wan heye, ku jixwe divê hebe jî. Ji lew re çanda hevpar jî damezirînerê nasnameya hevpar e.

***

Min bi zanebûn sernavê nivîsarê wiha danî. Ji ber ku bi taybetî piştî Komara Tirkiyeyê gelek tişt hatin guhartin û ew tiştên nû yên di ser pergala nû û niwînerên wê tirkan re diketin nav me, ew bi navên tirkan hatin binavkirin. Wekî meseleya sersalê, teqwîma mîladî û ya rûmî. Çawan ji sersalê re hîn jî tê gotin sersala me û ya tirkan, her wisan ji bo van teqwîman jî tê gotin; hesabê kurmancî û yê tirkan. Îcar ka ew hesabê berê ji ku tê, esil û binyada wê çi ye, meseleyeke din e, lê tiştê ji bo min niha giring ew e ku kurdan hesabê berê ji xwe re wek malê xwe û ya nû jî ya tirkan hesibandiye.

Di wexta zarokatiya me de, me zarok li nav Farqînî berî sala 1980’yî du sersal pîroz dikirin: Sersala kurdan û sersala tirkan. Di şeva 31’yê kanûna pêşîn de em diçûn malên memûran, xebatkarên dewletê yên tirk û me li deriyê wan dida, sersala wan a mîladî pîroz dikir. Lê ev pîrozbahiyên sersalê wisan bi coş û kêf derbas nedibûn. Wan zêde diyarî û tişt mişt nedidan me. Tew, ji hin malan em destvala jî vedigeriyan û gava derî vedikirin te dît wan pê re derî li ser çavên me jî digirt. Esil pîrozbahiya sersalê, sersala me bû, wekî em çawan li hêviya hatina cejnan bûn, a wisan em li benda hatina wê bûn jî. Şeva 13’ê kanûna paşîn, şeva serê salê bû û em zarok û sengele me kalik û pîrik çêdikir û bi wî awayî em diçûn me li deriyan dixist, sersala malbatê pîroz dikir.

Ez vê jî bibêjim, li aliyê me gotinên mîna baba gaxan/gaxand, kalikê gaxan, qaqindosk, qirdik, qirdikê damê, qirdikê sersalê û kalê govendê tune bûn. Me tenê digot kalik û pîrik.

De îcar berî hatina sersalê em zarokên kurîn ên taxê digihîştin hev, me amadehiyên xwe dikirin û ew ê kî bibûna kalik û pîrik jî me ew diyar dikirin. Cilên kalan, wekî şalwar, êlek, saqo, şaşik (an jî şewqe) li yekî dikirin û ji hiriyê jî rihek pê ve dikir. Li yê din jî kincên pîrekan, wekî fîstan, meles/laçik û tiştên din lê dikirin. Me ew dixemilandin, tam dişibandin kesên mîna kal û pîran. Ha, me çend kesên bizendûbend, qirase û xurt jî dikirin mihafizên wan da wan ji êriş û tiştên din biparêzin. Ji ber ku di wexta pîrozbahî û girtina govendê de hin kesên nehs û netebitî belaya xwe di kalik û pîrikê didan, destên xwe diavêtin rih û şaşika kalik direvandin, hinan jî çav berdida pîrikê, hewce bû me ew ji wan kesan bihêvişandina û biparastina.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Di dema çûna malan de, hewce bû me hin qewlêrk bigotina, kalik û pîrikê govend bigirtina, stran bigotina û nemaze diviya kalik yekî axivok, ango peyivok, bixeberdan û biqisedan bûya, hazirbersiv û hazircewab bûya, di bin gotin û pirsan de jî nemabûya, da hingimeya sersalê xweş û dilê mala em çûnê jî geş û şad bibûya.

Min divê ez çend qewlêrkên ku di hiş û bîra min de mane jî derpêş bikim:

Serê salê binê salê

Xwedê kurek bide malê.

***

Donî/dolî monî/molî mal ava

Xwedê kurê we bike zava.

***

Qerqûş merqûş

Xwedê kurek bavê dergûş

Ka para min kakil û mewij.

***

Qerqûş merqûş

Xwedê kurek bavê dergûş

Das û werîs bidine me em herine pûş.

Li hin deveran jî îcar beynok û dûrikên wiha tên gotin. Çend nimûne ji wan jî dixwazim pêşkêş bikim ku min ew van salên dawî berhev kirine:

Serê salê binê salê

Xwedê bihêle hûr û girên malê.

***

Serê salê binê salê

Xwedê bihêle xwediyê malê.

***

Serê salê binê salê

Xwedê lawikî rindik bide vê malê.

***

Serê salê binê salê

Xweda kurek bide malxweyê malê

Kevçikekî rûn bavêjin devê kalê.

***

Qerqûş merqûş

Ka dasê em herin pûş

Xwedê lawikî bavê dergûş.

***

Qerqûş merqûş

Xwedê kurek bêxe dergûş

Payê min kakil û mêwîj.

***

Hava mava Xwedê kurê malê bike zava

Hûk mûk xwedê qîza malê bike bûk.

***

Kuncik mincik

Xwedê bihêlî ew ê kuncik.

Hem qewlêrkên wiha hem jî stranên henekî dihatin gotin, kalik û pîrik diketin destê hev govend digerandin, şahiyek xweş çêdibû. Malxweyê malê, bi piranî jî kevanî li gorî derfetên xwe em verê dikirin. Bi piranî fêkiyên mîna sêv, bihok, hinar, porteqal û mandalîna (wan salan êdî ew jî hebûn), her wisa bastêq, kesme, meşlûr (ango şaran, benî, xarûz), dendik, nok, nokên qelandî, nokên sîlikê û tiştên ku zivistanê peyda dibûn. Helbet kalikî pere jî dixwast, ji ber ku digot wî jin revandiye, loma heqê qelen jî lazim e. Lê pere pir hindik bû. Divê tiştekî din jî bibêjim, ji ber pîrozbahiyên sersalê bûbû adet û çandek, ev yek xwemalî bû, loma kesek destvala ji wan malên hanê venedigeriya. Her kesî li gorî hêz û hebûna xwe “serdanî”yên xwe verê dikirin.

Piştî gera li nav malan biqediya yan jî me bigota êdî bes e, em diçûn mala ku me berê qerar li serê dabû û me tiştên xwe yên berhevkirî, yên dayî hev datanî rastê. Me tevî hev dixwar vedixwar û yên mayî jî me li hev par dikirin, paşê jî em belav dibûn diçûn malên xwe û pîrozkirina sersala me jî wisan bi dawî dibû.

Çand tiştekî wisan e ku esilê wî adetî çi be, li ser çi qewimîbe, piştî gel ew ji xwe re xwemalî kir, lê bû xwedî, êdî di nav dab û nerîtên wî gelî de reh û rîşalên xwe vedide, dibe malê wî gelî. Dibe çandeke hevpar û tesîr li ruhiyetê jî dike. Çendî van salên dawî ew bên jibîrkirin an jî berdewamkirina wan qels û lawaz bibe jî, em dibînin wa vegerek li wan û hewlên ji bo vejiyandina wan heye, ku jixwe divê hebe jî. Ji lew re çanda hevpar jî damezirînerê nasnameya hevpar e. Ji lew re divê em nehêlin tiştên bi zorê li me tên sepandin cihê wan bigire û em jî ji xwebûna xwe dûr bikevin. Çanda me jî rengekî me yê cuda yê ji serdestan e.

Bi hêviya ku her tişt li gorî dilê me biqewime, ez sala we ya nû ji dil û can pîroz dikim.

Nivîskar/rojnameger
Zana Farqînî
Zana Farqînî
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.

Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.

Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.

Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.

Berhemên wî:

Ferhenga Tirkî-Kurdî
Ferhenga Kurdî-Tirkî
Ferhenga Kurdî Tirkî – Tirkî Kurdî
Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji Aliyê Binyatî ve)
Xebatên kolektîf

Em Zimanê Kurdî Binasin
Muzîka Sarayê ya Kurdî
Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) – Tirkî
Rêbera Rastnivîsînê
Wergerên wî yên ji zimanê tirkî:
Mamosteyê Sêyemîn Xanî
Rastiyên Destana Memê Alan
Xanî û Newroz
Xanî û Memzayên Wî