Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Li Swêdê Quran hat şewitandin: Li ser bûyerê kê çi got?

22/01/2023

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson piştî ku siyasetmedarê rastgirê tundrew Rasmus Paludan li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê Quran şewitand yekem car axivî.

Kristersson ji bo bûyerê got, “Şewitandina pirtûkên ku ji bo gelek kesan pîroz in gelekî bêhurmetî ye.

Ez ji hemû misilmanên ku ji ber bûyerên li Stockholmê diqewimin aciz in hevxemiya xwe dîyar dikim. “

Kê çi got?

Wezareta Karên Derve yê Tirkîyeyê bertekek tund nîşanî destûra çalakiya li Swêdê hat dayîn da. Daxuyaniya ku tê de tê gotin, “Ev kiryara hovane nîşaneke din a asta Îslamofobî, tevgerên nijadperest û cudaxwaz ên li Ewropayê ye.”

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku bi AKP’ê re Tifaqa Cumhur avakiriye di daxuyaniya xwe de got:

“Destûra şewitandina Quranê bi qasî şewitandina Quranê nefret e û şermeke destpêkê ye.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî got,

“Êrîşa nemirovane ya li hember sefaretxaneya me ya li Stockholma paytexta Swêdê li hember Quranê nayê qebûlkirin. Ez vê faşîzma ku lûtkeya sûcê nefretê ye şermezar dikim.”

Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlu destnîşan kir ku li Swêdê destûr nayê dayîn ku ev xwepêşandan bê qebûlkirin.

Serokê DEVA Alî Babacan jî got,

“Ez şewitandina pirtûka me ya bilind Qur’anê ya li Swêdê bi mebestên nijadperestî û dij-îslamî bi tundî şermezar dikim.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got,

Divê hikûmeta Swêdê li dijî Îslamofobiyê gavên pêwîst bavêje û êrîşkarên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine bê ceza nemînin.”

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî bertek nîşanî çalakiyê dan. Buldan:

Em li dijî her cure gotin û kirinên polar in ku gel û baweriyan tînin hemberî hev.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan