Serokwezîrê Brîtanyayê hişyarîya rewşa aloz a pêwendîyên NATO û Rûsyayê dide – Mark Landler / NYT

23/03/2025

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer gotiye ku guherînên mezin di pêwendîyên Amerîka û Ewropayê bi Rûsyayê re pêk hatine û divê ev dem bibe sedema “mobilîzasyoneka” nû.

Starmer di hevpeyvîneka taybetî de diyar kiriye ku Ewropa û NATO divê ji bo parastina ewlehîya Ukraynayê piştî agirbesta muhtemel amadekarîyan bikin.

Wî gotiye “Di dilê me de, me dizanî ev dem dê were, ji dema ku berîya sê salan tankên Rûsyayê sînorê Ukraynayê derbas kirin,” . “Divê em vê yekê wek demeka mobîlîzasyonê bibînin û destpêşxerîyê bigirin.”

Pêwendîyên Trump û Starmer

Serokwezîrê 62 salî ku berîya heşt mehan hatiye hilbijartin, niho hewl dide ku pêwendîyên Ewropa û Amerîkayê biparêze. Wî di hevpeyvînê de bal kişandiye ser pêwendîyên xwe yên kesane bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re.

“Ez bawer dikim ku Serokê Trump heq e dema dibêje ku divê barê parastina hevpar a Ewropayê zêdetir li ser milên welatên ewropî be,” Starmer.

Di hefteyên dawîyê de, Starmer û Trump gelek caran bi hev re axivîne. Li gor agahîyan, Trump carinan bi têlefona mobîl bi Starmer re têkilî datîne û qûrtên xwe yên golfê li Skotlandayê munaqeşe dike.

Plana parastina Ukraynayê

Pirseka girîng ku Starmer niho pê re mijûl dibe ew e ka dê Brîtanya û Ewropa di muzakereyên Trump bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re roleka girîng bilîzin an na.

Ji bo vê yekê, Starmer dixwaze hêzeka leşkerî ya navneteweyî ku ew wek “koalîsyoneka dilxwazan” bi nav dike ava bike. Armanca vê hêzê dê ew be ku piştî her lihevkirineka aştîyê, ewlehîya esmanê Ukraynayê, bendera wê û sînorên wê garantî bike.

“Ez li Putinî bawer nakim,” gotiye Starmer. “Ez bawer im ku Putin dê hewl bide ku Ukrayna piştî lihevkirinekê bê parastin bimîne, ji ber ku ev derfeta êrîşeka dî ya li ser Ukraynayê didiyê.”

Brîtanya li her qadê bi astengên mezin re rû bi rû ye. Rûsyayê fikra hêzeka aştîyê ya NATOyê ret kiriye. Trump hêj garantîyên ewlehîyê pêşkêş nekirine, ku Starmer dibêje ji bo soza beşdarbûna leşkerî ya welatan gelek girîng in.

Ji bilî Brîtanya û Fransayê, tu welatên dî yên Ewropayê soza şandina leşkeran nedane, tevî ku Starmer roja Pêncşemê civîneka plansazîya leşkerî ya koalîsyonê li dar xistiye.

Rûniştina di binê behrê de

Starmer di vê dawîyê de serdana noqaveka nukleerî ya Artêşa Brîtanyayê H.M.S. Vanguard kiriye, ku bi armanca parastina welat li dijî êrîşên nukleerî her dem di bin avê de ye. Ev noqav du çek û fûzeyên nukleerî hildigire.

Vanguardê di vê dawîyê de rekoreka nû ya Artêşa Kraliyet a Brîtanyayê şikandiye û heft mehan di bin avê de maye. Welatekê ku êrîşeka nukleerî li Brîtanyayê bike, dê bibe hedefa van çekan.

“Bîst û çar saetan, 365 rojan, sal bi sal, 55 sal in,” Starmer got. “Ew e yê ku demeka dirêj e aştî parastiye.”

Starmer di dema serdana noqavê de gotin ku ew soz dide ku dê derfet û kapasiteyên leşkerî yên Brîtanyayê xurttir bike, da ku leşker careka dî nebin mecbûr ku ewqas dem dûrî malbatên xwe bimînin.

“Ev sozeka min e ku em dê zûtir û bêhtir bi pêş bikevin,” got wî. “Ez naxwazim ku ew careka dî bikevin vê rewşê.”

Paşeroja NATO û Ewropayê

Serokwezîrê Brîtanyayê behs kiriye ku divê Ewropa û welatên NATOyê li ser rewşa zehmet a niho baş bifikirin û ji bo pêwendîyên bi Amerîkayê re stratejîyeka rast ava bikin.

“Gelek kes ji me dixwazin ku em an DYA an jî Ewropayê hilbijêrin,” got Starmer. “Churchill ev yek nekir. Attlee ev yek nekir. Di nerîna min de, dê niho jî şaşîyeka mezin be ku em vê yekê bikin.”

Starmer soz daye ku dê mesrefa leşkerî ya Brîtanyayê heta sala 2027ê bike 2.5 ji sedî ya Hilberîna Neteweyî ya Gişt (GDP) û heta deh salan dê vê rêjeyê bike 3 ji sedî.

“Me hemûyan ji beşa aştîyê sûd wergirtiye,” Starmer got, û bêyî ku bikeve nava “tirsandinê”, lê zêde kir: “Divê em derbarê parastinê û ewlehîyê de bi awayekê zêdetir acîl bifikirin.”

Çavkanî:

  • Mark Landler, The New York Times
  • Botan Times

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kurdish Yazidi Scholar Xanna Omerxalî to Receive Prestigious Jamal Nebez Award

Weşana paşê

ESNAFLIKTA ÇEYREK ASIR