Serokwekîlê Amedsporê hatiye desteserkirin

  • 23/05/2023
Serokwekîlê Amedsporê hatiye desteserkirin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

23/05/2023

Serokwekîlê Amedsporê Omer Elaldi û 14 endamên malbata wî hatîye desteserkirin.

Îro di seatên sibehê da di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgerîya Komarî ya Amedê ve hatiye destpêkirin da polîsan bi ser gelek malan da girtine.

Ji bi tevî Elaldi ji malbata wî 14 kes hatine desteserkirin.

Yildirim: Operasyona berîya Play Offê nayê qebûlkirin

Serokê Klûba Amedsporê Selehatîn Yildirimî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke weşandîyye û berteke nîşanê desteserkirina Elaldi daye.

“Beriya tîma me ya di rêya şampiyontiyê da dest bi maçên play offê bike bi du rojan, ev operasyona hatiye kirin, em wê qebûl nakin.”

Selahatin Yildirim

%d