Partîya Kurdistanî duyemîn kongreya xwe ya asayî kir û serokê xwe yê nû hilbijart.
Heta niha serokîya partîyê Îbrahîm Xelîl Baran dikir ku piştî kongreyê serokê partîyê hate guherîn û serokê nû yê Partîya Kurdistanî bû Gewran Goyî.
Partîya Kurdistanî li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku serokê partîyê yê nû Gewran Goyî bi 64 dengên delegeyan hatîye hilbijartin.
Partîya Kurdistanî, partîyeka sîyasî ye ku 26ê Gulana 2014yan bi îmzeya 500 delegeyan hatîye avakirin.