Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli miriye

  • 11/01/2022
Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli miriye AP Başkanı Sassoli hayatını kaybetti
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

11/01/2022

Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) David Sassoli li nexweşxaneya ku zêdeyî 2 hefteyan lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Li welatê xwe Îtalyayê miriye.

Li gor nûçeya BBCyê, berdevkê wî Roberto Cuillo li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku David Sassoli di saetên sibehê de miriye.

Bernameya cenazeyê Sassolî wê di nava rojê de ji raya giştî re were eşkerekirin.

Sassoliyê 65 salî, di 26ê Kanûnê de ji ber nexweşiyekê rakiribûn nexweşxaneyê. Hatibû ragihandin ku rewşa Sassolî giran e û hemû xebatên fermî yên wî hatibûn betalkirin.
Sassoli ku di meha Îlonê de ji ber nexweşiya pneumonyayê rakiribûn nexweşxaneyê, demeke dirêj nekarî serokatiya rûniştinên Parlamentoyê bike û beşdarî civînên bilind ên Yekîtiya Ewropayê nebû.

Wî zêdetirî 30 salan rojnamegerî jî kiriye
David Sassoli piştî zêdetirî 30 salên rojnamegerîyê ketibû nav siyasetê.

David Sassoli berî kariyera xwe ya siyasî li Italytalyayê rojnamegerekî navdar bû.

Sassoli di sala 2009an de wek endamê Parlementoyê û di sala 2019an de jî wek Serokê Parlementoyê hatibû hilbijartin.

%d