Serokê nû yê Şîlîyê; Gabriel Boric

  • 23/12/2021
Serokê nû yê Şîlîyê; Gabriel Boric
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

23/12/2021

Namzetê Sosyalîst Boric dibe serokê nû yê Şîlîyê. Gabriel Boricê 35 salî, yê çepgir, di tûra duyemîn a hilbijartinê de ji sedî 55,7ê dengan bi dest xist û bû serokê nû yê Şîlîyê. Di dîroka dewletê de, Borîc bû kesê herî ciwan ê ji bo serokîyê hatî bijartin.

Di bijatinên berî du rojan li Şîlîyê hatin kirin de namzetê sosyalîst Gabriel Boric ji sedî 55,7ê dengan bi dest xist. Namzetên muhafazakar Antonio Kast jî ji sedî 44,15ê dengan bi dest xist û li gor vê rêjeyê di bin de ma.

Rêjeya beşdarîya hilbijartinê jî li tevahîyê dewletê ji sedî 55,6bûye.

Antonio Kastê ku têkçûna xwe qebûl kirî, piştî encamên hilbijartinê bi dawî bûn Boricî ji bo serkeftina wî pîroz kir. Di navbera Gabriel Boricê rêberê berê yê xwendekaran û reqîbê wî yê muhafezekar Jose Antonio Kast de keftelefteka dijwar a hilbijartinê hebû. Boric di tûra ewil a hilbijartina serokomariyê ya ku berî 4 hefteyan hatibû kirin da bûbû duyemîn.


Boric di axaftina xwe ya ewil a piştî hilbijartinan de, wek serokê dewletê, soz da ku bibe serokê dewleta hemû Şîlîyan û got ku ew ê hewl bidin di navbera eniyên cuda de piran ava bikin. Boric xîtabî bi hezaran alîgirên xwe kir û got, “Ya ku me bi hev ve girêdide evîna me ya ji bo Şîlî û gelê Şîlîyê ye.” Boric destnîşan kir ku dê di sîstema perwerde û tenduristiyê ya li gor standardên Ewropayê de pêşketinan pêk bînin û diyar kir ku dê mafên koçber, xwecih û homoseksuelan bên garantîkirin.

Boricê ku di sala 2011an de pêşengiya xwepêşandanên xwendekaran dikir, di sala 2013an de bûbû parlamenter.

%d