Serokê MHPê 6 roj e bêdeng e: Kes nizane li ku ye?

13/02/2023

Piştî erdhêja Mereşê ku li 10 bajaran bandor kir, bê dengiya Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Behçelî bû rojev.

Di vê pêvajoyê de hema bêje ji hemû partiyan, serok û rêveber derketin qadan. 

Lê heta niha nehatiye dîtin ku Bahçelî li cihekî geriyaye.

Serokê MHPê rojek piştî erdhejên 7,7 û 7,6 ên bi navenda Mereşê qewimîn daxuyanîyek da û piştre jî bêdeng ma. 

Wî herî dawî di 7ê Sibatê de tweetek belavkiribû

Dengê Bahçelî herî dawî rojek piştî erdhêja yekem, di 7ê Sibatê de hat bihîstin.

Bahçelî bi parvekirinên xwe yên li ser Twîtterê ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) parastibû û ji bo mexdûrên erdhejê sersaxiyê û şîfayê xwestibû.

Her wiha Serokê Giştî yê MHPê ragihandibû ku wî mîlyonek lîre alîkariya AFADê kiriye.

Ji îro pê ve Bahçelî ev 6 roj in bêdengiya xwe diparêze.

Bêdengiya Bahçelî bala bikarînerên medyaya civakî jî kişand. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Li Amedê di 200 avahiyan de ziyanên mezin hene”

Weşana paşê

Çavdêriya nûçeyên li ser erdhêjê 13.02.2023

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji