Serokê Hemasê Îsmaîl Heniyye li Tehrana Îranê hat kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye, li Tehranê li mala ku lê dima bi êrişeka çekdarî hatiye kuştin. Hat ragihandin ku di êrişê de parêzvaneka Heniyye jî jiyana xwe ji dest daye.
Tevgera Hamasê jî piştrast kir ku Îsmaîl Heniyye vê sibehê li paytexta Îranê Tehranê di êrişeka çekdarî de jiyana xwe ji dest daye.
Hamasê ragihand ku Îsraîl Heniyye hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Arteşa Îsraîle derbarê erişa ku li Tehrana paytexta Îrane li Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye hatîye kirin nexwest şîrove bike.
Li ser pirsa “Hûn piştrast dikin ku Heniye di êrişa li Tehranê de canê xwe ji dest daye?” Berdevkê Artêşa Îsraîlê got, “Em di vê mijarê de şîrove nakin.”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.