Serokê FIFAyê Infantiono dibêje ewê jinûve ser formata kupaya cîhanê bifikirin

  • 17/12/2022
Serokê FIFAyê Infantiono dibêje ewê jinûve ser formata kupaya cîhanê bifikirin
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

17/12/2022

Serokê FIFAyê Giann Infantino got ku ew dê ser formata Kupaya Cîhanê ya 2026an careke din bifikirin.

FIFAyê ser formata nû dabû zanîn ku ewê di turnuvaya nû de li şûna 32 taqiman 48 hebin. Li gor wê formatê di 16 koman de 3 taqim hebûn û ji her komekê 2 taqim diketin rêka fînalê ya bi 32 taqim.

Infantiono dîyar ku jiber rewşa di Kupaya Cîhanê ya 2022yan de ewê jinûve ser formatê danûstandinan bikin. Wî da zanîn ku di maçên îsal de heta deqîqeya dawî ya maçan wan nizanibûye ewê kîjan taqim ji komê rabin rêka fînalê.

Kupaya Cîhanê ya 2026 dê li Amerîka, Meksîka û Kanada çêbe.

Arjantîn û Fransa dê sibê Yekşemê li fînalê bo kupaya cîhanê ya 2022yan bilizîn.  

%d