Serokê Odeya Bazirganî û Senayîyê (DTSO) Mehmet Kaya ji ber astengîya di bernameya Berken Berehî da çêbûyî lêborîna xwe ji cenabê wî û xwendevanên wî xwest.
Mehmet Kaya li ser heaba xwe ya Xê da zanîn ku ew lêborîna xwe ji Berken Bereh û xwendevanên wî dixwazin ku di bernameya Berehî da astengî derketebûn û bernameya wî hatibû betalkirin.
Peyama serokê DTSOyê Mehmet Kaya
“Em ji helbestvanê navdar û hezkirî yê helbesta kurdî Berken Bereh û xwendevanên wî lêborîna xwe dixwazin, ku ji ber sedemên bernamesazkirinî, rêxistinî û teknîkî, di çalakiya wî ya ku di roja vekirinê ya Fûara Pirtûkan a Amedê de tê lidarxistin de, rastî astengiyan hat.”
Çi bûbû
16yê Berfanbarê, roja ewil ya Fuara Amadê, ji ber bernameya Bulent Arinç, bernameya Berken Bereh saetekê hatibû paşxistin û paşî jî ew salona ku dê bernameya Berken Bereh lê bihata kirin ji bo bernameyeka din hatibû terxankirin.
Li ser wê yekê Berken Bereh nerazîbûna xwe anîbû ziman û wekî bertek jî bername li antreya avahîya fuarê hatibû kirin.