Serokê Amerîkayê Biden serdana Ukraynayê kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi awayekî surprîz serdana Ukraynayê kir. Serdana çend roj beriya salvegera dagirkirina Ukraynayê ya Rûsyayê pêk hat, ji raya giştî re nehatibû ragihandin. Biden her wiha di serdana xwe de pakêtek nû ya alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê ragihand. Zelenskiy bo ziyareta Serokomarê Amerîkayê got, “Joseph Biden, bi xêr hatî Kîevê! […]

Serokê Amerîkayê Biden serdana Ukraynayê kir
Serokê Amerîkayê Biden serdana Ukraynayê kir
Botan Times
  • 20 Şubat 2023 12:46

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi awayekî surprîz serdana Ukraynayê kir.

Serdana çend roj beriya salvegera dagirkirina Ukraynayê ya Rûsyayê pêk hat, ji raya giştî re nehatibû ragihandin.

Biden her wiha di serdana xwe de pakêtek nû ya alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê ragihand.

Zelenskiy bo ziyareta Serokomarê Amerîkayê got, “Joseph Biden, bi xêr hatî Kîevê! Serdana we ji bo hemû Ukraynayan nîşanek pir girîng a piştgiriyê ye.”

Şerê Ukrayna û Rusya çi wextî dest pê kir?

Şerê navbera Rusya û Ukraynayê di 24ê Sibata sala 2022an de bi êrîşa Rusyayê dest pê kir.

Operasyona leşkerî bingeha xwe ji nakokîyên sala 2014an digre.

Dagirkerî bû sedema mirina bi deh hezaran. Her wiha pîştî Şerê Duyemîn ya Cîhanê bû sedema krîza herî mezin a penaberan li Ewropayê.

Tê texmîn kirin ku heya dawiya Gulanê 8 mîlyon mirov di hundurê welat de cîh guherrandine.