ŞERMOLA PERFORMANS SEZONA ŞANOYÊ BI DESTANA MEM Û ZÎN VEDIKE

ŞERMOLA PERFORMANS SEZONA ŞANOYÊ BI DESTANA MEM Û ZÎN VEDIKE
ŞERMOLA PERFORMANS SEZONA ŞANOYÊ BI DESTANA MEM Û ZÎN VEDIKE
Vahdet Uçar
  • 2 Kasım 2021 07:20

Şermola Performans nêzîkî salekê ye xebatên online çê dike û li ser dîroka şanoyê, nivîsîna dramatîk û li ser teoriyên lîstikvaniyê dersan dide. Her wiha di vê serdemê de bi lîstikvanên ku li bajarên cuda dijîn re jî xebatên xwendinê û ceribandinên lîstikên onlîne pêk anî. Bi saya van xebatan nivîskar û derhênerê Şermola Performansê Mîrza Metîn lîstikvanên wek Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronî Dildar û dramaturg Zelal Angay nas kir û biryar da ku li Batmanê bi wan re li ser lîstikekê bixebite. 

Xebatên lîstikê berî deh mehan li ser bernameya Zoomê dest pê kir û Mîrza Metîn ji bo ku di hişê lîstikvanan de bingehek ava bike bi wan re li ser têgihên wek mîtolojî, rîtuel, lîstik, performans, mêtingerî, çanda gelerî, vebêjî û hunera hemdem xebitî û li ser van hêmanan xwendinên dirêj pêk anî. Metîn piştî van xebatên teorîk ji Almanyayê hat Batmanê û tevî lîstikvanan dest bi xebata piratîk kir. Dramaturg û alîkara derhêner Zelal angay ji bo vê xebatê ji Enqerê, dansvan û koreograf Arjen Brûsk jî ji Stembolê hat Batmanê.

Bi sedan dengbêj û çîrokbêj hene ku îro jî destanên kurdan bi awayekî kilamkî û vebêjkî îcra dikin. Mem û Zîn jî yek ji wan destanan e ku bingeha xwe ji destana Memê Alan girtiye. Her wiha Dengbêj Reso jî yek girîngtirîn ji dengbêjan e ku destana Mem û Zînê bikilamkî û  vebêjkî îcra kiriye. Mem û Zîn ku bi derhêneriya Mîrza Metîn ve dertê ser dikê xwe dispêre vê pirsê: “Kilamek, stranek, çîrokek ango destaneke gelêrî, bêyî ku weke teksteka şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bi rengekî nûjen bê sehnekirin?”

Her wiha Mîrza Metîn bi salan e bi navê “Dîwan”ê ango “Dîwana Lîstikvaniyê” kargehan çê dike û bi lîstikvanan re li ser hereket, deng, nefes û vebêjiyê dixebite û hemû xebatên xwe dispêrîne dengbêj, çîrokbêj, govendger û şivanan; û van hêmanan bi rengekî nûjen di xebatên xwe de bi kar tîne û hewl dide ku şêwazeke xwemalî ya xebata şanoyê biafirîne. Lewre şanoya Mem û Zîn yekem berhema şêwaza “Dîwan”ê ye ku dê di 3ê Mijdarê saet 19:30an de li Batman Yenîsahneyê yekem car derkeve pêşberî temaşevanan. Bi vê berhemê re Şermola Performans dê êdî li Batmanê jî bi berdewamî perde vebike û projeyên nû biafirîne. Şermola Performans her wiha xebatên xwe li Stembol û Almanyayê jî didomîne. Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin li malpera www.sermola.com binêrin. 

Dîrokên din ên performansa Mem û Zîn ev in: 4, 16, 30ê Mijdarê,  

saet 19:30

Cih: Batman Yenîsahne

Çavkanî: Dengbêj Reso

Konsept/Derhêner: Mîrza Metîn

Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar

Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay

Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk

Sêwirînerê Ronahiyê: Mîrza Metîn 

Fotograf: Bariş Evîz