Şermola Performan dê bi lîstîka Mem û Zînê biçe turneya Almanyayê

Şermola Performan dê bi lîstîka Mem û Zînê biçe turneya Almanyayê
Şermola Performan dê bi lîstîka Mem û Zînê biçe turneya Almanyayê
Botan Times

Şermola Performanê bi rê ya hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye ku ew dê di meha mijdarê da bi lîstîka Mem û Zînê biçin turneya Almanyayê.

Her wiha hat ragihandin ku dê hemû dahatên lîstîkê bo avakirina Dîwan Akademîyê bê bexşandin.

Şermola Performansê beriya niha ji raya giştî ragihandibû ku ew dê li Batmanê dibistaneka şanoyê ya bi navê “Dîwan – Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî” veke, ji bo vekirina akademîyê jî kampanyayek dabûn destpêkirin.