Serlêdanên îsal yên Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arîyî dest pê kir
Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî her sal Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî tê lidarxistin.
11emîn pêşbirka helbestan îsal ji alîyê weşanên Sor û Malbata Arîyî ve tê lidarxistin.
Ew, armanca vê pêşbirkê ji bo xwedîderketina zimanê kurdî û puxteyên hunerê yên navneteweyî giring dibînin û ew dixwazin berhemên wêjeyî yên giranbiha li weşangerî û edebîyat kurdî zêde bikin.
Pêşbirk bi tenê dosyeyên bi kurmancî û alfabeya latînî qebûl dike.
Serlêdanên pêşbirkê heta 1ê Nîsana 2024an berdewam in. Serlêdan rû bi rû nayên qebûlkirin. Kesên dixwazin beşdar bibin divê dosyeyên xwe bi kargoyê li ser navê Songül Argünağa bo adresa Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sk. Nuyap Plaza, Kat: 7, No: 46, Yenişehir/Diyarbakır bişînin.
Di dosyeyê de divê nav, nîşan, mexlas û hwd. ku dê xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.
Encamên pêşbirkê dê 15ê Gulana 2024an, roja cejna zimanê kurdî bêne aşkerekirin.
Lijneya pêşbirkê ji kesên wekî Necla Arî, Îrfan Amîda, Îsmaîl Dîndar, Serdar Şengül û Şener Özmen pêk tê.
Ji bo pêwendîyê 0 530 277 75 47
Ji bo şert û merc û zêdetir agahîyan daxuyanîya pêşbirkê daxînin/download bikin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.