Serlêdanên dersa bijartî ya kurdî, ji bo polên 5, 6, 7 û 8an hêj berdewam in.
Kesên dixwazin serlêdana xwe bo dersa kurdî bikin û bixwazin dersa kurdî bibînin li mektebeyan divê forma xwe ya serlêdanê dagirin û teslîmî rêveberîya mektebê bikin.
Xwendekar bixwe an jî malbatên xwendekaran dikarin forma serlêdanê dagirin û serlêdanê bo dersa kurdî bikin.
Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî, ji sala 2011yan vir ve, li zanîngehên Muş Alparslan, Bîngol û Mardîn Artukluyê vebûye û heta niha ji hezarî zêdetir mezûnên beşa Kurdî hene.
Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn. Herçiqas bi awayekî fermî tayînên mamosteyan têne kirin jî hejmareka gelek kêm (2-3) kes tayîn dibin ku li gorî rêjeyê û pêdivîyan kêm e. Herî dawî, sala 2023yan 50 tayîn ji bo kurdî (35 kurmancî, 15 zazakî) hatibûn kirin.
Îsal jî kampanyaya hilbijartina dersa zimanê kurdî dest pê kirîye ku gelek sazî û kesên pêwendîdar li ser wê mijarê dixebitin.
Serlêdanên dersa kurdî ya bijartî heta 12.02.2024an berdewam dike.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.