Serlêdanên Antolojîya Çîrok û Helbestan dest pê dikin

Serlêdanên Antolojîya Çîrok û Helbestan dest pê dikin
Serlêdanên Antolojîya Çîrok û Helbestan dest pê dikin
Botan Times

Weşanxaneya 40 Kitap dest bi projeya çapkirina Antolojîya Çîrok û Helbestan dike.

Ev proje, bi serlêdana kesan pêk tê ku ew kes dê dosyeyên xwe yên çîrok û helbestan bo 40 Kitapê bişînin û dê ji alîyê lijneya wan ve bên nirxandin.

40 Kitap, dê du antolojîyên bi navê Antolojîya Çîrokan û Antolojîya Helbestan biweşîne ku ev antolojî dê ji dosyeyên beşdaran pêk bê.

Antolojîya Çîrokan, mijareka xwe ya konsantre heye ku divê dosye bi mijara Koçberîyê ve eleqedar bin. Lêbelê ji bo Antolojîya Helbestan sînorek nîne dibe ku helbest derbarê her mijarê da be.

Piştî qebûla dosyeyan antolojî dê bi awayekî matbû bên çap kirin û belavkirin.

Serlêdan dê heta 10ê Sibata 2024an berdewam bike.

Kesên dixwazin beşdar bibin, dikarin bo [email protected] dosyeyên xwe bişînin.

Botan Times temamîya şert û mercên serlêdanan diweşîne.

Şert û mercên ji bo serlêdana çîrokan:

  1. Divê hûn çîroka xwe bi formata ‘word.doc’ û bi tîpên Calibri, pûnto 11, ferqa rêzê 1,5 û herî zêde 4 rûpel binivîsin.
  2. Çîroka ku hûn dişînin divê bi temaya KOÇBERIyê de be.
  3. Heger çîroka ku hûn ê bişînin berê li cihekî hatibe weşandin, divê hûn bi diyarkirina cihê ku lê hatiye weşandin û dîroka weşanê jî binivîsin.
  4. Hûn dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî çîrokan binivîsin û bişînin.
  5. Divê hûn bi rêya e-maîlê diyar bikin ku çîroka ku hûn ê bişînin bi tevahî ya we ye. Weke nimûne: Çîroka bi navê “Mexmûr” bi tevahî min nivîsandiye.
  6. Lijneya Weşana Giştî ya Weşanxaneya 40 Kîtap û edîtorên antolojiyê dê biryarê bidin ku çîroka ku hûn dişînin dê bê weşandin an na. Ger neyê weşandin, dê bersivek nivîskî ji we re were bê şandin ku çima nehatiye weşandin.
  7. Di Sibata 2024an de, antolojî dê bi taybetî bi formatên çapkirî û dîjîtal were çapkirin û weşandin û li ser malpera fermî ya Weşanxaneya 40 Kîtap (www.40kitap.com) û li pirtûkfiroşên navdar wê were belavkirin.


Şert û mercên ji bo serlêdana helbestan:

  1. Hûn dikarin helbesta xwe xwe bi formata Word.doc, 1 helbest bi tîpa Calibri, mezinahiya tîpên 11 xalî û 1,5 rêzikên standard bişînin.
  2. Ji bo helbesta ku hûn dişînin ti sînorkirineke ji milê mijarê de tune.
  3. Ger helbesta ku hûn ê bişînin berê li cihekî hatibe weşandin, divê hûn wê bi diyarkirina cih û dîroka weşanê / çapê weke nîşe binivisînin.
  4. Hûn dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî (dayika xwe) helbestan binivîsin û bişînin.
  5. Divê hûn bi rêya e-mailê diyar bikin ku helbesta ku hûn ê bişînin bi tevahî ya we ye. Weke nimûne: Helbesta bi navê “Welat” bi tevahî min nivîsandiye.
  6. Lijneya Weşana Giştî ya Weşanxaneya 40 Kîtap û edîtorên antolojiyê dê biryarê bidin ku helbesta we ya ku hûn dişînin dê bê weşandin an na. Ger neyê weşandin, dê bersivek nivîskî ji we re were bê şandin ku çima nehatiye weşandin.
  7. Di Sibata 2024an de, antolojî dê bi taybetî bi formatên çapkirî û dîjîtal were çapkirin û weşandin û li ser malpera fermî ya Weşanxaneya 40 Kîtap (www.40kitap.com) û li pirtûkfiroşên navdar wê were belavkirin.