Serlêdan û qebûlkirina fîlman bo 30emîn Festîvala Fîlman ya Gûzîka Zêrîn a Navnetewî dest pê kir.
Festîvala Fîlman ya Gûzika Zêrîn îsal bi gera xwe ya 30emîn dê li Edeneyê bi rê ve biçe. Festîval ji aliyê Şaredariya Mezin ya Edeneyê ve tê lidarxistin.
Festîval dê fîlman ji bo beşên “Pêşbaziya Fîlmên Dirêj yên Netewî”, “Pêşbaziya Belgefîlman”, “Pêşbaziya Kurtefîlman a Navneteweyî”, “Pêşbaziya Kurtefîlmên Xwendekaran a Neteweyî”, “Pêşbaziya Kurtefîlman a Edeneyê” heta 7ê Tebaxê qebûl bike.
Festival dê navbera 18-24 Îlonê li Edeneyê pêk bê û festîval ji sala 1969an ve tê lidarxistin. Festîvala Gûzika Zêrîn yek ji mezintirîn festîvalên li Tirkiyeyê ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.