Rapbêjê ji Rojavayê Kurdistanê, Şerîf Omerîyî(Şerîfo) bersiva pirsên Ortadogu Newsê yên li ser karê wî da.
Şerîf Omerîyî diyar kir ku dema wî dest bi Rapbêjîyê kirî ti kesan nedigot wî bi xwe jî nedizanî ku ew şêweyê ew dibêje Rap e.
(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 3 deqîqeyan didome)
Tibe bû!
“Ez ji Qamişloyê me. Dema min dest bi HipHopa Kurdî kirî. HipHop tinebû. Yekemîn car min bi şêweyê HipHopê got. Hingê ez zarok bûm.
“Min ji Rapê hez dikir û min dixwest ez bibêjim. Di destpêkê de min nedizanî ew şêwe Rap e. Min zû û bi awayekê xurt digot.
“Min gelekê guhdarîya stranên reşikan dikir û jê hez dikir.
Albûmek û 6 klîp
“Ez li Dihok û Almanyayê dijîm. Min Albûmek û 6 klîp hazir kirine. Lê mixabin ji ber Koronayê min belav nekirine.
“Hin stranên Kurdî, hin Erebî û hin Almanî hene.”
Xewna min
Xewna min çêbûna dibistaneka Rapa Kurdî ye. Bila çêbibe û ez piştgirîya wê bikim.
Hevpeyvîn: Murat Bayram
Îmaj û Rastî18/04/202416:07 Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02 Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî18/04/202411:01