Serê Sibê û Tiştên Din

Xwe nexweş hîs dikî. Şûna hêstirên xwe yên zuwabûyî dikolî bi neynûkên xwe yên dirêj. Tiliyên te, ji te re xerîb tên. Xerîbî. Bêriya xerîbiyê jî dikî. Bi vî awayî li bendê dimînî. Li benda firîna ruhê xwe. Li benda wendabûna xwe. Û mûzîka di dilê te de bi dawî dibe wekî jiyana te!  

***

Serê sibê şiyar dibî ji xewa xwe ya neşêrîn û helbet tu têrnexew î. Çavê xwe digerînî di odeyê de, perdeya spî ji ber çeliqandina mejî rengegewr dibe. Wekî ku ew perde tê ber çavê te û li wir disekine û piştre ber bi geriya/qirixa te ve tê û dixwaze te bixeniqîne. Wê demê, ji nişka ve çavên xwe yên matmayî dibînî di neynika hemberî xwe de. Çavên te ji te re xerîb tên, hestên te, bîranînên te. Her tişt biyanî dibe ji bo çend saniyeyan. 

Piştre, piştî çend kêlîkan strana te lêdide di mejiyê te de. Straneke te ya taybet a ku her sibehê tê û di nav dilê te de rûdine û tevahiya rojê wek siya te bi te redigere. Ew stran lêdide, bê navber. Tu jî hewl didî ku ji cihê xwe rabî lê giraniyeke mezin, bêhizûriyeke bêwate tê û di dilê te de konê xwe vedide. Tu dizanî di nav “kaşkaşokên vî bajarî” [1] de wenda dibî û wekî ku tu ketiyî nav “Tatar Çölü”[2] asê dibî û dimînî. Jiyan bêwatebûna xwe berdewam dike, dil bênefesbûna xwe.

Hewl didî ji cihê xwe rabî. Rastiya jiyana te tê bîra te. Divê tu her tiştî daynî kêlekê, tu mecbûr î û dibêjî de haydê rêya te vekirî be. “Bu felek kimine kavun kimine kelek yedirdi” [3] rahêle “kelek”a xwe û têkeve rê ka heta kî derê dikarî biçî, gavên te digehijin kîjan esmanî.

Na na… 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Tu diçî ber paceyê, li çûkên ku direqisin dinêrî. Wisa xuya ye ku kêfa wan li cih e, rengê biharê, bêhna xwezayê di wan de ye. Gazî te jî dikin ji bo reqsê, milên xwe radikî wekî ku tu yê jî bi hewa kevî, lê pê dihesî ku baskên te tunene. Dev jê berdidî, rûyê xwe ji wan badidî û wan wisa li ser esmanan daliqandî dihêlî.

Bê his, bê deng dîsa berê xwe didî odeyê, odeya ku her tişt tê de bê tevger e. Bê wate. Ji nişka ve tiştek diniqute nav dilê te. Te bêrî kiriye! Lê bêriya çi? Bêriya bêhnekê an dîtinekê? Tu pê dihesî ku te bêriya bêrîkirinê kiriye esas. Lê di dilê te de ji xeynî nuqteya reş a sewdaseriyê tiştek nemaye. Tu dil didî bêrîkirinê. Axîneke kûr lê têra xwe bêdeng dikişînî. Tu dixwazî çi bikî? Hîç. Hîçbûneke pûç. Pûçbûneke perpitî.

Gaveke din diavêjî li ser xalîçeya nerm, lê wekî ku lingên te li erd nakevin. Di wê navberê de bêbiniya axê difikirî, qîr û reşbûna wê û xwe tê de xeyal dikî, bê kes û kûs û bi dilekî kûvîbûyî, di wê fîseqerê de. Bênefesbûna xwe heta tayên porê xwe hîs dikî. Wekî ku bi rastî jî tu di nav wê axa kûr de yî û dikî nakî qêrîna te dernakeve. 

Tu wê demê xwe zehf neçar dibînî. Xilasbûna te tuneye. Zimanê te ter nabe. Dengek tê: çi bûye? Çi bi te hatiye? Bêdeng dimînî. Milên te ji bedena te dikevin, bi bêhêzbûna xwe dihesî lê nikarî tiştek bikî. Wext di nav dilê te de aliqiye, asê bûye. 

Dixwazî gavên xwe siviktir bikî, dixwazî hêzekê bidî lingên xwe lê laşê te giran e û gavên te girantir dike. Wê demê bêçarebûna xwe bêhtir hîs dikî. Du hêstir, du dilopên hêstirên te bi germahiya xwe diherikin li ser rûyê te yê bêcan mayî. Çavên te têne girtin dîsa, serboriyeke mezin tê ber çavê te. Rêyeke dirêj, tevlihev û gujgujî wekî tayên ketine nav hev û bi tu awayî ji hev venabin. Tu nikarî ji wê rêyê derkevî, destên te di valahiyê de dimînin. Germahiya te bilind dibe tu dibêjî qey tu yê ji hişê xwe biçî lê neçar î, nikarî destê xwe biavêjî tiştekî û pê bigirî. Di wê rêya tevlihev de wenda dibî, dûr dibî, nikarî jê derkevî. Hêstirên xwe dibarînî bi ser wê rêya tevlihev. Tu bêhtir pê dihesî ku dilê te xerîbiyê dike. Xerîbiya çi? Ya himbêzkirinekê? 

Xwe derdixî ji wê rêyê, dûr dikevî. Strana te lêdide bê rawestan. Mûzîkperest î tu û ji ber vê nikarî ji belayên dilê xwe bifilitî û “ramûsanên xwe vedişêrî li geliyekî” [4]. Dixwazî xwe ji wê rewşa xwe azad bikî. Gaveke din diavêjî lê hêj negihîştiyî ber derî, mejiyê te dîsa te disekinîne. Guhên te bel dibin wekî ku pisepisa hinekan tê, tu fam nakî ji kîjan dîwarî tê ew deng. Fam nakî. Destên xwe dibî ber rûyê xwe, dixwazî hawara xwe bigehînî felekê, çi feyde? Ne felek dikare ji te fam bike ne kesek dikare te bibîne. Tu veşartî yî. Dengê saksafonekê tê tam di wê kêlîkê de, baş e ku tê, lewre ancax ew dikare wê pisepisa pîs, nexweş û lewitî bidewisîne. Piştre tu li xwe dizivirî. Tu dibêjî, tu dibêjî û dikenî, tu dibêjî jixwe ji xeynî te kesek vî dengî seh nake. Tu çima ji xwe re dikî derd? Dû re dengek tê dîsa, û pirs dike, dibêje tu çi dixwazî. Bê deng, hîç. Tu hîç î. Tiştê ku dixwazî vegizandina di nav pêlên newayan de ye. Bila te bigirin û heta qirikê, te bikin melodî û berdin.

Û tu xwe berdidî. Xwe nexweş hîs dikî. Şûna hêstirên xwe yên zuwabûyî dikolî bi neynûkên xwe yên dirêj. Tiliyên te, ji te re xerîb tên. Xerîbî. Bêriya xerîbiyê jî dikî. Bi vî awayî li bendê dimînî. Li benda firîna ruhê xwe. Li benda wendabûna xwe. Û mûzîka di dilê te de bi dawî dibe wekî jiyana te!   

Têbînî û Çavkanî

[1] Stran, Xalit Tarî, Gewrê, 2016

[2] Dino Buzzati, Tatar Çölü, İletişim, Stenbol, 2012

[3] Stran, Mazhar Alanson, Bu Ne Biçim Hikaye Böyle, 1998

[4] Arjen Arî, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Avesta, 2000, Stenbol

Sevda Orak Reşitoğlu

Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Don't Miss

Girîngiya Edebiyata Zarokan

Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin,

Weşanên Nûbiharê ‘Dîroka Edebîyata Kurdî’ çap kir

Weşanên Nûbiharê kitêba Dîroka Edebîyata Kurdî çap kir û belav kir. Ev