“Serê salê binê salê xwedê zarokek bide vê malê”

11/01/2023

Di 13ê Çileyê de li bajarê Amedê dê şahiyên “Serê Salê” pêk bên.

Bername ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve tê saz kirin.

Ciwanên Amedê wê cil û bergên xwe yê rengîn lixwe bikin li nava kolanên Surê bigerin û sersala pîroz bikin.

Dî seatên êvarê de jî dê li Eywana Dawetê ya Avayê pîrozbahiyên girseyî bikin.

1’ê Çileyê li seranserî cîhanê weke sersal tê pîrozkirin.

Lê kurd sersala xwe li gorî salnameya Rûmî pîroz dike.

Li gorî salnameya Mîladî 13 rojan li paş dimîne.

Di sersalê de zilam cil û bergên jinan û jin jî cil û bergên mêran li xwe dikin û digerin.

Di gera xwe de gotina “Serê salê binê salê xwedê zarokekî/ê bide vê malê” li nava kolanan digerin

Ji bo şêniyên malê ji bo sala nû temeniyên xweş û baş dikin. Piraniya temeniyên zarok û ciwanên ku diçin ber deriyê malê li gor rewşa wê malê diguherin.

Eger di wê malê de bûkek nû hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê kurek bide bûka malê” an jî keçek ezeb hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê qismetek baş bide keça malê”.

Xwediyên malê jî çi li ber destên wan hebin didin zarok û ciwanan.

Çavkanî /MA/ Wîkîpedîa



sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Beştaş: Me ji wan re gotibû werin, Girasun: HDPyê Maseyê Şeşane hişyar kir!

Weşana paşê

Medyaya Amerîkayê: Bernameya hişê çêkirî li dibistanan hate astengkirin

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa

Bajar û Bîranîn

Bîranîn, wek şopên jiyanê, di avakirina

Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar