Hat îddiakirin ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê da ku ev nêzî sal û nîv e dewam dike ji her du aliyan 500 hezar leşker mirine yan jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya DWyê ku dispêrê rojnameya New York Timesê, şerê ku di Sibata 2022yan bi êrîşa Rusyayê dest pê kiribû heta niha 300 hezar leşkerên rusî mirine an jî birîndar bûne.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku di şer da nêzî 120 hezar leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane û 170 an180 hezar leşker jî birîndar bûne. Herwiha hat ragihandin ku nêzî 70 hezar leşkerên Ûraynayê hatine kuştin û 100-120 hezar leşker jî birîndar bûne.