Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
Weşanxaneya Pallê pirtûka nivîskarê kanadayî Alain-G. Gagnon çap kiriye. Tevfik Bayram ev berhem ji bo kurmancî wergerandiye. Navê pirtûkê “Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de” ye. Berhem niho li pirtûkfiroşan û li ser malpera weşanxaneyê peyda dibe.
Ev pirtûk nakokîyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Nivîskar giringîyê dide federalîya pirneteweyî. Ew vê pergalê wekî rêya sêyem pênase dike. Ev rê ji bo neteweyên kêmîne giring e ku ew dixwazin ji dewletên serwer cuda bibin, lê carinan ev cuda bûn ne pêkan e.
Gagnon di pirtûkê de nimûneyên cida nîşan dide. Ew li ser Skoçya, Katalonya û Quebecê disekine. Nivîskar li ser têkilîya neteweyên zorîne û kêmîne radiweste. Ew li ser meşrûiyetê nîqaşan pêk tîne. Li gorî nivîskarî, meşrûiyet ji qanûnîbûnê giringtir e.
Alain-G. Gagnon profesorê zanistên sîyasî ye. Ew li Zanîngeha Quebecê li Montrealê dixebite. Wî heta niho gelek xelatên navneteweyî wergirtine. Tevfik Bayram ev pirtûk wergerand kurmancî. Bayram li Zanîngeha Montrealê doktoraya xwe pêk tîne. Ew li ser saxlemîya civakên bêdesthilat û neteweyên kêmîne lêkolînan dike.
Çavkanî: Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...