Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê (DNE) gotiye ku divê Îsraîl bersiva îdîayên jenosîdê bide. Dibe ku Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (DCE) li dijî Hamas û rayedarên Îsraîlê fermana girtinê derbixe.
Şerê Îsraîlê yê li dijî Xezeyê
Piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Çirîya pêşînê ya 2023an, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Xezeyê dest pê kirine. Di vê êrîşê de zêdetirî 1100 kes li Îsraîlê mirine û 250 kes jî hatine revandin.
Di bersiva Îsraîlê de nêzî 42 hezar Filistînî mirine. Bi hezaran kes jî winda ne û tê texmînkirin ku ew jî mirine.
Niho Îsraîl rastî dozên herî giran ên dîroka xwe ya 70 salî hatiye. Ev doz li ber dadgehên navneteweyî ne û tê de îdîayên herî giran ên binpêkirina qanûna navneteweyî hene; wek jenosîd, sûcên li dijî mirovahîyê û sûcên şerî.
Komên Filistînî jî bi sûcên şerî û sûcên li dijî mirovahîyê tên tawanbarkirin ji ber bûyerên revandin û kuştina sivîlan di 7ê Çirîya pêşînê de.
Doza jenosîdê li dijî Îsraîlê
Afrîkaya Başûr di Kanûna pêşînê ya 2023an de li DNEyê dozek li dijî Îsraîlê vekir. Afrîkaya Başûr îdîa dike ku Îsraîlê li dijî Filistînîyan jenosîd kiriye.
DNE di 26ê Kanûna paşînê ya 2024an de got ku mimkun e Îsraîlê Peymana Jenosîdê binpê kiribe. Wek tedbîreka lezgîn, fermana Îsraîlê da ku artêşa xwe ji kiryarên jenosîdê li dijî Filistînîyan dûr bigire.
Helwesta Îsraîlê
Îsraîlê du caran got ku îdîayên Afrîkaya Başûr bê bingeh in. Îsraîlê îdîayên jenosîdê red kirin û got ku ev “çewtkirin/berevajîkirin”a peymanê ye û Îsraîl mafê xweparastinê heye.
Îsraîlê di du belgeyên xwe yên 16ê Sibatê û 15ê Adarê yên 2024an de fermana tedbîrên lezgîn a dadgehê red kir û got: “Ev bi tevahî ji alîyê rastî û qanûnî ve bê bingeh in, ji alîyê exlaqî ve şermezar in û hem binpêkirina Peymana Jenosîdê û hem jî ya dadgehê bi xwe ne.”
Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (DCN)
Serdozgerê DCNê Karim Khan di 20ê Gulanê de serî li dadgehê da ji bo fermana girtinê ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevanîyê Yoav Gallant.
Herwiha ji bo fermanên girtinê yên li dijî rayedarên Hamasê Yahya Sinwar, Ismail Haniyeh û Mohammed Deif ji ber rola wan di sûcên şerî û sûcên li dijî mirovahîyê di êrîşa Hamasê ya 7ê Çirîya pêşînê de li ser başûrê Îsraîlê serî li dadgehê hatiye dayîn.
Çavkanî: Botan Times, Middle East Eye, Sondos Asem
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.