Hunermend û muzîkjen Serdar Canan strana xwe ya nû, ya bi navê Banê Mizgevtê weşand.
Serdar Cananî li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku wî strana xwe ya nû a bi navê Banê Mizgevtê li ser platformên dîjîtal weşandîye.
Cananî ev stran sala 2018yan ji çend dengbêjên Colemêrgê yên wekî İsmet Demir, Mehmûdê Pîrî, Mehmûd Duman û Dengbêj ‘Erefat berhev kirîye.
Ev stran li konserta şaxa Eğitimsen a Sêrtê hatîye gotin û qeydkirin ku paşî li ser YouTubeyê hatîye weşandin. Rîtma strana ya orjînal 10/8 (3-2-2-3) lê ji ber konsepta sehneyê rîtma wê hatîye guherîn û wekî 4/4 hatîye gotin.
Serdar Canan kî ye?
Sala 1986an li Colemêrgê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandiye û teza xwe ya masterê ya bi navê “Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendiyên Wan Yên Mûzîkê” pêşkêş kiriye. Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjiyê kiriye. Sala 2019an û ber wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt. Sala 2022yan ji bo projeya “Welat” zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin. Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîn. Li çendîn saziyên kulturî dersên nefes û dîksîyona kurdî dane. Berdewam li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û berhevkariyê dike.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.