Serdar Canan dê li Sêrtê konsertekê bide

16/01/2024

Muzîkjen û hunermend Serdar Canan dê li Sêrtê konsertekê bide.

Konsert bi hevkarîya EĞİTİM SENê bo piştevanîyê tê li dar xistin.

Canan dê konserta xwe li Baroya Sêrtê, 17yê Rêbendanê saet 20:00an bide.

Kesên dixwazin, dikarin vexwendinnameyên konsertê li şaxa EĞİTİM SENa Sêrtê peyda bikin.

Serdar Canan kî ye?

Sala 1986an li Colemêrgê hatîye dinyayê. Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandîye û teza xwe ya masterê ya bi navê “Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendîyên Wan Yên Mûzîkê” pêşkêş kirîye. Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjîyê kirîye. Sala 2019an û ber wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt. Sala 2022yan ji bo projeya “Welat” zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin. Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîn. Li çendîn sazîyên kulturî dersên nefes û dîksîyona kurdî dane. Berdewam li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û berhevkarîyê dike.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

DEM Partî: Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn

Weşana paşê

Tirkiye di “Rapora Nirxên Demokratîk” de têk çû

Te hay ji vê heye?