Serdar Canan dê li Amedê konsertekê bide

28/02/2024

Hunermend û etnomuzikolog Serdar Canan dê li Amedê konsertekê bide.

Konsert bi hevkarîya Amîdartê tê lidarxistin

Serdar canan, bi rêzekonsertên xwe yên li bajarên cuda yên Japonyayê û bi xebatên xwe yên li ser etnomuzîkolojiyê tê nasîn.

Canan dê bi repertuawereka berfireh li pêşberî guhdarên xwe be ku ew dê stranên wekî Gulnîşan, Nexşê Mîrzo, Henasey Aşiqan û Temê Bakozî, Banê Mizgevtê, Gulê, Gidiyê Xezalê û gelek stranên din yên gelêrî jî bistrê.

Wî heta niha gelek stran, bi şiroveyeka xas û xwemalî ji nû ve gotine û li ser platformên dîjîtal belav kirine. Di heman demê da wî çendîn gotinên stranên gelêrî li herêma Colemêrgê berhev kirine û kirine stran.

Canan, 9ê Adara 2024an roja şemîyê, li Amedê, li Navenda Çandê ya Cahit Sıtkı Tarancı (Avahîya Şanoya Dewletê, Sehneya Koroyê) dê li ser sehneyê li pêşberî hezkirîyên xwe be.

Di konsertê da, Serhat İlim bi pîyanoyê, Nail Sınır bi kontrbastayê, Azad Yılmaz bi percusyonê û Cihad Yıldız jî bi gîtara xwe dê ligel Serdar Canan bin.

Cihên Firotina bilêtan

* Zerzevan Konağı Cafe, Kastal Cafe (Sur)

* Gabo Kitchen (Ofis)

* Ma Music, ZAROK Ma, Ro Mekan

Serdar Canan kî ye?

Sala 1986an li Colemêrgê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandiye û teza xwe ya masterê ya bi navê “Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendiyên Wan Yên Mûzîkê” pêşkêş kiriye. Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjiyê kiriye. Sala 2019an û ber wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt. Sala 2022yan ji bo projeya “Welat” zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin. Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîn. Li çendîn saziyên kulturî dersên nefes û dîksîyona kurdî dane. Berdewam li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û berhevkariyê dike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat