Şer li Meclîsê derket, bi kulman li hev dane

16/08/2024

Şer li meclîsê derket, parlementer bi kulm û pehînan rabûne hev.

Parlementerê Ak Partîyê bi kulman rabû Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik.

Meclîs ji bo dosyeya Parlamenterê TÎPê Can Atalay civîyabû.

Li gorî nûçeya Rûdawê piştî ku Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik dest bi axaftina xwe kir gelek parlamenterên AK Partîyê bertek nîşanî da.

Ahmet Şik jî berê xwe da wan û got, “Rûyê we qet naêşe. Hûn şerm û heya nakin.”

Gelek parlamanterên AK Partîyê bi dengekî bilind bersiv da Ahmet Şik.

Bekîr Bozdagê ku rûniştina meclisê îdare dikir bi qasî 15 xulekan navber da rûniştine.

“Terorîstên herî mezin li vir in”

Ahmet Şik piştî navberê got ku welatperwerî û dînê wan tenê ji bo xwenîşandanê ye û ew dikarin bi gotinên xwe her kesî bikin terorîst û li pey çû:

“Qet ne ecêb e ku hûn dibêjin Can Atalay terorîst e.

Bila her kes zanibe terorîstên herî mezin li vir in ku bi rêya mafyaya xanedanan ev dewlêt dorpêç kirîye û li vê derê rûniştine.”

Dema Ahmet Şik axaftina xwe didomand Parlamenterê AK Partîyê Alpay Ozalan êrişî wî kir û kulm lê da û Ahmet Şik ket erdê.

Piştî Alpay Ozalan gelek parlamenterên din jî bi alîyê kursî da baz da û pevçûneke mezin qewimî.

Parlamentera DEM Partîyê birîndar bû

Parlamentera DEM Partîyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di dema van pevçûnan da ji birihê xwe birîndar bû.

DEM Partîyê birîndarbûna Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştrast kir û ev êriş şermezar kir.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Şertên “proseya çareserîyê” çi ne?

Ev demekî dirêj e behs û xeberên “proseya aştîyê/proseya çareserîyê” rojev e.

Hilbijartinên DYAyê: Heta niha Trump li pêş e

Di dîroka DYAyê de yek ji pêşbirkên herî tund 5ê Mijdarê duhî

Bo Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê Qeyûm tayîn kirine!

Wezareta Karên Navxwe ragihandîye ku qeyûm bo şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê