Şer – Heta niha li Lubnanê 3558 kes mirine

21/11/2024

Êrişên Îsraîlê ji 8 Cotmehê vir ve dewam in li ser Lubnanê ku di encamê da heta niha 3 hezar û 558 kes mirine.

Duh Îsraîlê êrişî çend herêmên Lubananê kirîye û li gorî agahîyên Anadolu Ajansiyê 14 kes mirine û 87 kes jî birîndar bûne.

Ji roja ewil heta niha 902 jin-zarok, 214 xebatkarên tenduristîyê û bi giştî 3 hezar û 558 kes mirine û 15 hezar û 123 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê, 23yê Îlonê Bekaa û Baalbek jî tê da li gelek herêman êrişên hewayî pêk anîne .

Çavkanî: GazeteDuvar, Botan Times, AA


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Arjen Arî: Li bin alayê wêneyê min bigire!

Weşana paşê

Hunermend Hozan Aydin bi silamet e

Te hay ji vê heye?