Kurdên ku bi salan li ser navê partiyên sîstemê dixebitin, bi navê cerdevanan karên qirêj kirine an qet kurdî li xwe danenîne, wek xayîn hatine binavkirin û di derûniya xwe de potansiyeleke kujer, pir xirabker dihewînin. Ev potansiyel eger derkeve holê dikare di cih de bibe makîneyeke mirinê li hember serdestan. Em dikarin vê yekê wek Sendroma Hanzee bi nav bikin.
***
I
Berhemên ku ji destên Birayên Coen(Joel & Ethan) derketine hemî jî tesîrdar in û di nav xwe de tundiyek heye ku mirov nikare piştguh bike. Hişk in, hişkbûna wan ji rastiyeke req tê, rastiyeke biezamet û kûr. Bere’ksê nerîn û qebûliyeta “mirov li ser fitrateke baş tê dinyayê, lê piştre li gor şert û mercan ber bi xirabiyê ve diçe” dibên mirov jixwe xirab e, di ser de jî şert û mercên jiyanê mirovan bêtir xirab dike. Vê yekê her û her diparêzin. Di parastina vê fikra “negatîv” de pozbilindî û xwebaweriyeke estetîk jî heye di filmên wan de. Di sezona duyem ya rêzefîlma Fargoyê(2014) de li ser lehengê bi navê Marlov-ku bi min ev silavek e ji bo berhema Dilê Tariyê yê Conrad-mirovan wek têjikên guran lanse dike.
II
Yek ji temayên wan yên berbiçav û sereke eger nebaşî û xirabiya fitrata mirovan be, ya din jî xirabkirina bûyerên tesadûfî yên li ser planên mayinde ye. Di hemî filmên wan de teqez tiştekî biçûk li plan û hedefên lehengan diale, wek mêşa li ser serê Nemrûd ku wî ber bi felaketekê ve dibe. Ew îroniya wan a biçêj hinekî ji vê yekê, ji mesafe (konstrat) tesadûfên wiha biçûk û planên mezin ku têk dibin- tê.
III
Fîlma Fargo ku di sala 96an da hatiye berhemanîn, bi hevkariya Coen û Noah Hawley wek rêzefîlm di HBOyê de sala 2014an de derket pêşberî temeşavanan. Di sezona duyem de lehengekî niştecih yê çermesor bi navê Hanzee Dent (Zahn McClarnon) heye ku ev nivîs li ser derûnî û hebûna wî ya enteresan hatiye nivîsin. Hazee, berdestk û xulamê karên qirêj yên malbateke Amerîkî ye. Ev malbat bi her awayî serdest û spî ne û karên mafyatîk dikin. Hazee, mirovekî bêdeng, rûqemirî, pordirêj, zîrek û tabî kujerek e. Çiqas karên nebaş û xeternak yên vê malbata mafyatîk hebin tev bi destê wî tên kirin.
IV
Hanzee di beşeke filmê de li ser şopa çareserkirina karekî vê malbetê dişixule, rêya wî dikeve barekê. Di vê navbeynê de du heb bûyer diqewimin. Ev bûyer ji bo Hanzee şikestinên mezin derdixe holê, kesayetiya wî temamen diguherîne. Esil peyva guherînê têra vê rewşe nake, lewre wek em ê li xwarê jî bibînin ku ev ne guherîn e, lê belê ev vegerek e li kok û dîroka xwe ya talankirî. Hin nijadperestên Amerîkî (têjikên waaspê) Hanzee diqewirinin û bi awayekî rezîl ji barê derdixin. Lewre gor van Amerîkiyan ew çermesor e û divê li vir nejî. Hanzee digel sadiqbûna xwe ya li hember sîstema Amerîkayê wek îspat, lehengiya xwe ya Şerê Viyetmanê tîne bîra wan, lê ev yek ji bo van nijadperestan pere nake. Piştre tê ser kaniyekê avê vedixwe, ew kanî ji bona xatirê leşkerên Amerîkî hatiye çêkirin ku bi sedan çermesor kuştine. Nivîsa ser kaniyê dixwine. Vexwarina avê li ser vê kaniyê bi aweyekî veşartî vexwarina ruh û xwîna ecdadên Hanzee ye. Ev herdu bûyer dil û mejiyê Hanzee disojin û wî nişkegav li kok û rastiya wî ya serkutkirî vedigerîne.
V
Piştî vê pêdaçûna fîlmê êdî em dikarin bêne ser têkiliya Hanzee û hin kurdan. Hanzee şexsiyeteke sadiq e û hebûna wî nuha li ser înkar, tepisandina rabirdûya wî û gelê wî hatiye avakirin. Devê wî her tim girtî, lêvên wî şidiyayî, çavên wî li dûr dinerin. Bi awayekî xwe ji bîr kiriye, lê di gel sadiqbûn û zîrekiya xwe, bi tu rengî nikare ji barê dîrok û nasnamaya xwe xilas bibe. Ya balkêş ew mirovekî biryardar e ku teqez dîrok û nasnameya xwe ji bîr bike, lê serdestên wî tevî zalimiya xwe vê rastiya wî tînin bîra wî. Ew ji xwe direve, serdest wî derdixin pêşiya wî.
Ez bawer im êdî di hiş û mejiyê xwîneran de tiştekî ku kurdan eleqeder dike çêbû yan jî ev serpêhatiya lehengê me hin kurd anîn bîra we. Çîroka Hanzee dişibe wan kurdên ku bi salan nav û nasnameya xwe vedişêrin. Geh navên xwe diguherin, geh devok/aksana xwe sererast dikin, geh dibin endamên partiyên nijadperest yên sîstemê. Lê rastiya wî ne ji terefê wî ve, ne ji teref serdestan ve tu carî nayê jibîrkirin. Wek qerepereyekê her û her di bin personaya wî ya li ser înkara xwe çêkirî digere di hal û rewşa krîzan de tê li pêşiya wî disekine. Ev kes dikare bibe serokê herî mezin ê partiya sîstemê, lê yekî ji rêzê der tê û tîne bîra wî ku ew kurd e.
VI
Gava Hanzee ji hemî dergeh û dilê spîyan tê qewirandin hemî derî li ber tên girtin, tiştekî balkêş dike. Li xwe vedigere, li çermê xwe, lê ne bi başî, bi hêrseke agirane bi potansiyeleke xirabkar. Çeka xwe dide destê xwe û her kî li wî bikeve, wan dikuje, kêr dike; hetta patrona xwe jî. Ew hemî înkara wî dibe hêrs, ew hêrs dibe gulle bi ser serdestan de dibare. Em dikarin di vir de îdiayekê bikin: Ew kesê ku bi salan xwe înkar kiriye êdî mirovekî saxlem nîne, gelek nexweşî û nevrozan di nav xulqê xwe de dihewîne. Hin bûyerên tund, krîz dikin ku vê rabirdûya erjeng derxe holê. Loma dîsa em dikarin bibêjin serdest bi awayekî negatîf mafdar in ku baweriya xwe bi kesên wek Hanzee nayînin. Lewre dawiya dawî xulqê kesên wiha wek mayînên veşartî ne.
VII
Wek encam angaşteke me heye ku temamen em nikarin vê yekê piştrast bikin, lê her tim wek ihtîmaleke xurt li holê ye: Kurdên ku bi salan li ser navê partiyên sîstemê dixebitin, bi navê cerdevanan karên qirêj kirine an qet kurdî li xwe danenîne, wek xayîn hatine binavkirin û di derûniya xwe de potansiyeleke kujer, pir xirabker dihewînin. Ev potansiyel eger derkeve holê dikare di cih de bibe makîneyeke mirinê li hember serdestan. Em dikarin vê yekê wek Sendroma Hanzee bi nav bikin.
Ser meselê ez dibêjim çawa serdest vê yekê ji hişê xwe dernaxin; bila kurdên maqûl jî ji hişê xwe dernexin ku belkî rojekê bi kêrî wan were.