Semsûr: Bêhina miriyan ketiye kolanan û yên sax ji serman diqefilin

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Li Semsûrê li ser piranîya avahîyan ti komên xelaskirinê kar nakin. Bêhna miriyan ketiye kolan. Dûmaneka reş ji darên tê şewitandin bilind dibe. Bi wê dûmanê qalikekê reş li ser rûyê wan kesên derdorê çêbûye. Dîyar e demekê dirêj e li ber wî agirî ne. Du rojan ti kes nehatin Li […]

Semsûr: Bêhina miriyan ketiye kolanan û yên sax ji serman diqefilin
Semsûr: Bêhina miriyan ketiye kolanan û yên sax ji serman diqefilin
Murat Bayram
  • 12 Şubat 2023 10:45

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Semsûr, Zûmrût Sîtesî, wêne: Murat Bayram

Li Semsûrê li ser piranîya avahîyan ti komên xelaskirinê kar nakin. Bêhna miriyan ketiye kolan. Dûmaneka reş ji darên tê şewitandin bilind dibe. Bi wê dûmanê qalikekê reş li ser rûyê wan kesên derdorê çêbûye. Dîyar e demekê dirêj e li ber wî agirî ne.

Du rojan ti kes nehatin

Resul Tosun (yê biçakêt) wêne: Murat Bayram

Li nav betenîyekê termek li rexa rêyê ye. Resul Tosun îro du caran çûye goristanê. Ji bo cara sêyem biçe li benda hatina du termên dî ye.

Ev ê li vê erdê birazîyê min e. Ew 10 salî ye. Tu dixwazî termê wî nîşanî te bikim. Parçe bûye. Bêhin ketîyê.

Tam du rojan, tam du rojan kes nehatin. Li vê Zûmrût Sîtesîyê 64 malbat dijîn. Roja sêyem piştî nîvro dest pê kirin û beton rakirin. Me bi destên xwe hin kes xelas kirin lê çi ji me tê?

Roja çarem termê birayê min û xanima wî derket min ew birin goristanê. Birazîyê min jî derket du xuşkên wî jî mane. 5 û 8 salî ne.

Resul Tosun

Li derdorê xelk rêz bûne li benda derêxistina terman in. Naxwazin dûrkevin. Kêm çadir hatine danîn lê ew jî li cihên dûr in. Sar e. Welatî dicemidin. Em hemî bi hev re diqefilin.