Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Selahattin Demirtaşî 7 pêşnîyaz ji bo çareserîya Pirsa Kurd kirin

09/01/2024

Sîyaetmedar û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê de bi 7 xalan rêbaza çareserîya pirsa Kurd pêşniyaz kir.

Ji Doza Kobanîyê da hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin ku duh li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve çû

Demirtaş di parastina xwe da cih da pêşnîyazên çareserîya Pirsa Kurd û heft xal dîyar kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê heft xal wiha ne:

-Divê mixatab li hev bikin û têkoşîna çekdarî bi dawî bibe.

-Divê hemû astengiyên li pêş siyaseta demokratîk bên rakirin.

-Cihê çareseriya pirsa Kurd parlamentoya Tirkiyeyê ye. Hemû partî berpirs in. Di bingeha xwe de bi destûreke sivîl û demokratîk ne tenê pirsa Kurd, cihê çareseriya hemû pirsan e.

-Divê bikaranîna zimanê Kurdî bi awayekî azad di hemû qadên civakî de, berfirehkirina çand û dîrokê, rêxistina nerîtan bi modeleke îdarî ya lihevkirinê di destûrê de bê garantîkirin.

-Divê êş û tawanên demên berê, bên lêkolîn û rastiya wan derkeve holê.

-Divê di perwerdeyê de ferzkirina îdeolajiya fermî û fêrkirina dîroka fermî bi dawî bibe û derbasî perwerdeya rexneyî û pedagojîk bibin.

-Divê ew dozên ku di çarçoveya pirsa Kurd de hatine vekirin bên hilweşandin û Yasaya Rûbirûbûna Terorê (TMK) bê rakirin

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan