Selahattin Demirtaş: Em ji bo azadî, aştî û demokrasîyê xizmetê dikin

09/02/2024

Selahattin Demirtaş geşadanên pêvajoya berbijêrîya hevjîna xwe Başak Demirtaşê nirxand.

Demirtaşî di nivîsa xwe da behsa geşedanên pêvajoya berbijêrîya hevjîna xwe kir û bi çend maddeyan derbarê hilbijartin û sekna partîyan da, bi taybetî jî ya DEM Partîyê destnîşan kir.

Çend gotin ji nivîsa Demirtaşî:

Ew kesên ku di bin her hamleya me ya sîyasî da li fend û fêhlekê digerin her kesekî wekî xwe dizanin. Nayê bîra çi kesî ku bi nîyeteka dilpak hamleya sîyasî hatibe kirin.

Nizanim ka di navbera DEM Partî û AKPyê da hevdîtin pêk tên an na. Lê heke hevdîtin pêk neyên ev ji bo her duyan jî kêmasîyeka mezin e. Hemî partî, divê ji bo çareserîya pirsgirêkên xelkê bikaribin hevdîtinan pêk bînin û biaxivin.

Hevdîtin di navbera CHP û DEM Partîyê da pêk hatin ku di çapemenîyê da jî hatine dîtin. Divê zêdetir hevdîtinan pêk bînin û biaxivin.

Em ji bo azadî, aştî û demokrasîyê xizmetê dikin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat