Sekreterê Giştî yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Christophe Deloire wefat kir.
Deloire, nexweşîya penceşerê lê bû û wî du mehan li nexweşxaneya Parîsê tedawî didît.
Erol Onderoglu, nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkîyeyê li ser hesaba xwe ya Xê bi tivîtekê da zanîn ku sekreterê giştî yê RSFyê Deloire wefat kirîye. Onderlioglu gotîye: Deloire du mehan li nexweşxaneya Parîsê ji ber nexweşîya xwe tumorê tedawî dibû. Wî di 53 salîya xwe da wefat kir. Deloire, di nav 12 salan da, li cîhanê, di talebkirina medyaya azad da RSF kire rêxistineka aktîf. Cihê te cinnet be Christophe.
Serokê lijneya rêveberîya RSFyê Pierre Haski li ser wefata wî peyamek da: Christophe Deloire, di serdemeka krîtîk da, ji bo bidestxistina mafê agahîyan, rêberîyeka baş bo rêxistinê kir. Feydeyê wî, yê ji bo parastina vî mafê bingehîn hêjayî gotinê ye. Em wekî lijneya rêveberîyê hilgirên xema malbat û dostên wî ne.
Rojnameger Can Dündar jî yek ji wan kesan bû ku sersaxî kir. Ew dibêje: Ew, ne tenê li kêleka min bû herwiha ew li kêleka wan rojnamegeran bû yên ku li her derê cîhanê ji bo rojnamegerîya azad têkoşîn kirine. Şervanekî azadîyê yê berxwedêr, di 53 salîya xwe da ji me bû. Ji bo ku ez azad bibim, ew tiştên te kirine ez dê ti carî ji bîr nekim. Bila serê me hemîyan sax be.
Botan International partnera daîmî ya RSFyê ye. Xwedî û berpirsê Botan Internationalê Murad Bayram li ser hesaba xwe ya Xê peyamek derbarê wefata Deloire da belav kir. Ew dibêje: Rehmetîyê Christophe Deloire 12 sal bûn berpirsê giştî yê RSFyê bû, ev çar sal in dezgehên me partner in. Min û wî hemî biryar û peyman bi hev re îmze dikirin. Niho îmzeyek, navek û camêrek ji me kêm bû. Di şîna wî de me û şirîkê xema hemî hejêkirîyên wî me.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.