Sedsalîya Komarê û Kurd: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye

23/05/2024

Têkoşîna Sîyasî û Çandî: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye û tê gotin ku huner, edebîyat û ziman yek ji amûrên herî giring yên berwedanê ne.

23yê Gulanê, îro, li ofîsa KSCyê kordînatorê giştî yê KSCyê Reha Ruhavioğlu daxuyanî da çapemenîyê û danasîna xebata KSCyê ya bi navê “Sedsalîya Komarê û Kurd” kir.

Ev xebat, hejmara ewil ya Kürt Kanaat Barometresiyê (Barometreya Qeneatê ya Kurdan) e û ligel 40 aktorên cuda hatîye kirin. Ev aktor xwedîyê fikrên cuda yên sazîyên sivîl, ji medya, akademî û ji gelek qadên din yên cuda ne ku hevpeyvîn ligel wan hatîye kirin.

Hevdîtin di navbera Mijdar û Berfanbara 2023yan hatîye kirin.

Ruhavioğlu bi giştî behsa serenavên xebatê kir û çendîn hurgilî derbarê her serenavî da, ji nava xebatê bo haziran pêşkêş kir.

Xebat di bin 5 serenavan da hatîye dabeşkirin, ji çendîn alîyan ve hatîye nirxandin û destkeftîyên wê hatine destnîşankirin.

Xebat bi giştî ji van serenavan pêk tê: Hilbijartinên 2023yan – Şikestina Hêvîyan û Pêşerojeka ne Dîyar, Hilbijartinên Herêmî ji bi kurdan çi îfade dike, Pirsgirêka Kurdî Îro û Pêşeroj, Sedsalîya Komarê û Kurd (zext û zordarî, înkar, pevçûn) û Pêşeroja Kurdan – Hêvîyên Ji Sedsala Duyem.

Çend agahî û dane ji nava xebatê.

Hilbijartinên 2023yan – Şikestina Hêvîyan û Pêşerojeka ne Dîyar

Şikestina Hêvîyan: Piranîya alîgirên muxalefetê destnîşan diki ku encamên hilbijartinê ne li gorî hêvîya wan bûye û xeyalşikestî bûne.

Şik û Guman: Gelek caran şik û gumanên pêşeroja civaka kurdan û encamên sîyasî yên hilbijartinan tên ziman.

Kerb û Hêrs: Gelek caran ji alîyê beşdaran ve kerb û hêrsa encamên hilbijartinan tê ziman.

Memnunîyet: Encamên hilbijartinan ji bo wan kurdan, ew kurdên ku piştgirîya muxalefetê kirine “ji bo ku ew bi ser xwe ve werin” baş tên dîtin.

Sedsalîya Komarê û Kurd (zext û zordarî, înkar, pevçûn):

Înkar û Asîmîlasyon: Tê destnîşankirin ku sedsalî borî, hebûna kurdan hatîye înkarkirin û kurdan li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe daye. Zext û zordarîyên li ser çand, ziman û nasnameyê wekî pirsgirêkên herî giring tên dîtin.

Îhlalkirina Mafên Mirovan: Ji ber polîtîkayên ewlehîyê gelek zehmetî tên dîtin û mafên mirovan tên îhlalkirin.

Têkoşîna Sîyasî û Çandî: Li hemberî zext û zordarîyan, berxwedana sîyasî û çandî dewam kirîye û tê gotin ku huner, edebîyat û ziman yek ji amûrên herî giring yên berwedanê ne.

Çarçoveya Navneteweyî û Hewlên Dîplomatîk: Tê gotin ku pirsgirêka kurdî di qada navneteweyî da jî bal kêşaye ser xwe û carna di rojeva dîplomasîya navneteweyî da cih girtîye.

Ji bo agahîyên berfirehtir li ser xebatê bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat