Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Sêdareya Asîmîlasyonê

16/07/2024

Dîrokeke ji tûrê derewan wêdetir ne tiştek e, ji te ra wek rastîyekê hatibe vegotin û tu bêyî ku çîrûskên gûmanê di mejîyê ta da pê kevin, ji van derewên biterî bawer bikî, heyf e ku tu di dezgeha asîmîlasyonê ra derbas bûyî! 

***

Çanda serdest a miletekî, çand û zimanê miletekî bindest bimehîne an jî ji holê rake ev rewş asîmîlasyon e. Çerxa asîmîlasyonê fireh digere û gelek kes, dezgeh, dewlet ji aşê asîmîlasyonê ra avê dikêşin. Li ser ûsûl û esasên asîmîlasyonê gelek xebat hatine kirin û li gor reçeteyên asîmîlasyonê gelek çand, ziman û netewe di bin bandora asîmîlasyonê da mane. 

Eger tu bi zimanê dayika xwe nizanibî û nikaribî bihizirî û tu xwe bi zimanê fermî yê dewleta ku lê dijî îfade bikî, tu di toqa lanetê ya asîmîlayonê ra derbas bûy. Oxira te ya xêrê be, eger xêr di vê rêwîtîyê da hebe.

Eger di pirtûkxaneya te ya şexsî da bi gelek celebên zimanan bi hezaran pirtûk hebin û çend pirtûkên bi zimanê te yê dayikê tunebin, giyanê te di hewzê zimanên bîyanî da sermest be jî  tu di dojeha asîmîlasyonê da werbûyî û agir bi laşê te radipelike lê haya te ji te tuneye. Keko, qey barê “X,W,Q”yê ewqas giran e?

Eger tu sofîyek bî û her roja înê li mizgeftê xutbeya melayekî bişaşik guhdar dikî û tevlî ku tu tiştekî ji vî zimanê bîyanî fêm nakî, tu bi qêrîn dibêjî amîn, mixabin tu asîmîle bûyî!

Di sibeheke cejnê da dema tu destê kalik û pîrikên xwe maç dikî û kalik û pîrikên te ji te ra bi zimanê dayika te gotinên şêrin dibêjin û tu bê fedî dibêjî “anlıyorum ama konuşamıyorum” [1] û tu bersiva wan bi zimanekî bîyanî didî. Çi fêde, tu asîmîle bûyî! 

Dîrokeke ji tûrê derewan wêdetir ne tiştek e, ji te ra wek rastîyekê hatibe vegotin û tu bêyî ku çîrûskên gûmanê di mejîyê ta da pê kevin, ji van derewên biterî bawer bikî, heyf e ku tu di dezgeha asîmîlasyonê ra derbas bûyî! 

Navê sedan feylesof û nivîskar di mêrga mejîyê te da mîna karik û berxikan bera pey hevdû didin lê tu, navê çar-pênc bîrewer û nivîskarên zimanê xwe nizanî. Belê, tu paleyekî xweşmêr î di paleyîya erdên xelkê da lê genimê milkê bavê te li nav erdan rizîyaye û keda bapîr û dapîrên te badilhewa bûye. Shakespeare, Nietzsche, Dante, Tolstoy, Victor Hugo, Marcel Proust, Nazım Hikmet, Orhan Kemal, Sadıq Hidayet, Necip Mahfuz gelo çima pizika ser zimanê te ne û haya te ji mîrata te ya edebî tuneye? Ez ditirsim ku çoyê asîmîlasyonê di şerê mejîyê te da bi ser ketibe!

Eger navê te Azad, Rodî, Roza, Berfîn, Havîn û nizanim çibe lê tu bi zimanê dayika xwe, qet nebe nikaribî stranekê bibêjî, helbestekê bixwînî tu bîyanîyê çanda xwe yî û ji çanda xelkê ra bûyî barkêşê belaş. 

Zimanê fermî mohra xwe li axaftinên te yên derûnî xistibe, di jiyana rojane da destpêka dîyalogên te ne bi zimanê dayikê bin û xewnên te bi zimanê serdestan bin, tê maneya ku xencera asîmîlasyonê di laşê nasnameya te da birînên kûr vekirine û ji wan birînan xwîna bîranînên çanda te dinizile.

Gotinên hezkirinê, hêrsbûnê, mixabinîyê û bextewarîyê bi zimanê bîyanî bên hişê te -li qisûrê nenêre- teşîya zordestîyê ji sitûyê te ra werîsekî sitûr amade kirîye û ev werîs dê di zeyta serdestîyê da dabe û li sitûyê te bigere. Eger hebin çend gotinên te yên dawî, dê dîsa bi zimanê qatîlên te bin.

Têbînî

[1] “Fêm dikim lê nikarim biaxivim”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Sala1984an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê sala 2004an, di beşa Ziman û Edebîyata Tirkî da li Zanîngeha Dîcleyê bi yekemînî temam kirîye û mastera xwe jî di beşa Ziman û çanda Kurdî da li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê li ser "Îmajên Helbesta Kurdî ya Modern" sala 2016an temam kirîye. Sala 2024an li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da teza xwe ya doktorayê li ser "Rexneyên di Romana Kurdî ya Dîyasporayê" da parastîye û pileya doktorayê wergirtîye. Salên 2007 û 2009an, di televîzyoneke taybet da bi navê Düşlerin Beşiği" û "Okuyan Us" du salan bernameyên hefteyî yên çand û hunerî amade û pêşkêş kirine. Heta aniha sê kitêbên wî çap bûne. Gelek helbest, nivîs û gotarên wî di rojname û kovaran da derçûne. 20 sal in li Dîyarbekirê mamostetîya Ziman û Edebîyata Tirkî dike.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê