Sê stranbêjên ciwan û sê albûmên nû

Nıvîskar:
2 weeks berê

Di van sê çar mehên dawiyê de sê hunermendên ciwan bi sê albûmên nû, dest bi rêwîtiya xwe ya di muzîka kurdî de kirin. 

Roleda, Dilşah Kaymaz û Hevraz in ev her sê hunermendên ciwan. 

Roleda

Roleda çend sal berê bi çendîn stranên xwe berê me da muzîka xwe. Strana wî ya “Medûsa”yê, bi gotin, şêwe û muzîka xwe ya cuda bal kişandibû. Paşê “Keçkeçikê” û “Axa Sor” derketibûn. 

Ji wê rojê de ye bala guhdaran dikişîne. 

Wî albûma xwe ya nû di meha Hezîrana vê salê de weşand.

Web Videosu

Navê albûma wî ya nû “Rîtmên Peyvan” e. Di albûmê de yek jê pêşmuzîk, 6 stranên li studyoyê hatine tomarkirin û straneke zindî, li ser hev 8 stran hene. Weke stran û sîngleyên wî yên beriya niha, Roleda bi xwe hemû pêvajoya amadekarina stranan bi rê ve biriye. Wî bi xwe gotin ji stranan re nivîsandine û muzîk ji wan re çêkirine. 

Herweha wî bi xwe stran aranje kirine. Muzîka Roledayî ne muzîkeke statîk ango sabît e. Ew di her straneke xwe ya nû de şêwe û terzên nû yên muzîka Rojhilat û Rojava diceribîne. Blues, regaae, folk elektronîk, caz û gelek şêwe û rengên cuda ên muzîka cîhanî hene. Herweha bi piranî wan têkel dike. Û van muzîkan bi reng û dengê muzîka kurdî digihîne hev, li ser hîmên muzîka kurdî ya gelêrî wan ava dike.

Roleda tevahiya albûma xwe neweşandiye. Stranên xwe yek bi yek diweşîne. 

Heta niha 5 stran ji vê albûmê li ser platformên dijîtal hatine weşandin. Ji bo albûma xwe ya nû, Roledayî di meha Hezîranê de li Amsterdamê, paytexta Holandayê bernameyeke taybet li dar xist. Bername li Navenda Çandê ya Rû Parê pêk hat ku muzîkjen, rojnamevanên ji welatên cuda beşdar bûn. 

Roledayî di bernameyê de bi rengekî zindî stranên xwe yên ji albûma xwe ya nû stra.

Dilşah Kaymaz

Dilşah Kaymaz stranbêjeke ciwan e di muzîka kurdî de. Wê mîna Roledayî di meha Hezîranê de albûma xwe weşand. Di albûmê de 4 stran hene ku heta niha 3 ji wan hatine weşandin. 2 stran jê bi kurmancî, yek bi soranî, yek jî bi kurmanckî/dimilî ye. Ya soranî bi navê “Yaran le vergim” e û Enwer Qeredaxî gotin jê re nivîsandine û muzîk jê re çêkiriye.

Ya kirmanckî jî straneke Kerem Sevînçî ye ku navê wê “Dinya” ye.  

Web Videosu

Di albûmê de strana ku beriya niha Serap Sonmezê straye ya bi navê “Deryayek Kûr” bi aranjeyeke nû straye.

Dilşah Kaymaz di albûma xwe de bi hunermendê navdar û xwedan tecrûbe Mirady re kar kiriye. Mirady ji bo 2 stranên Kaymazê muzîk çêkirine. Herweha Cansun Kuçukturk û Özgün Umut Üçer û Tuncer Tokluyî jî aranjeyên stranan kirine.

Kaymazê, piştî vê albûmê niha jî single-ek bi navê “Şînek bo Manê” derxistiye. Stran li ber helbesta helbestvan Şêxmûs Kurtî hatiye çêkirin.

Dilşah Kaymaz bi dengê xwe û şêweya xwe, di nava muzîka kurdî ya nûjen de ji xwe re li cihekî digere û balê dikişîne li ser xwe. 

Web Videosu

Hevraz

Hevraz ji wan stranbêjan e ku bi keda xwe hewl dide di muzîka kurdî de ji xwe re rêyekê bibîne. 

Wî beriya niha çendîn stran weşandine ku hinek ji wan bi tirkî, zêdetirê wan bi kurdî ne. 

Hevrazî niha albûmeke nû derxistiye ku navê wê “Asê” ye. Di albûmê de 7 stran hene û du ji wan ji ber helbestên Arjen Ariyî çêkirine. Yên din yên Hevrazî ne. Stranên Hevrazî bêhtir li ser evîndariyê ne û gotinên stranan jî li gorî vê hatine nivîsandin. Li hin cihan bi xwe hin tişt ceribandine ku zorê dide “sînorên zimanî”. Mîna “Ez te dicemidim”. 

 Stranên wî hêvîşikestinên ji ber evîndariyê û hestên melankolîk derdixin pêş. 

Hevrazî di vê albûmê de digel gîtarê çendîn enstrumanên din jî bi kar anîne ku keman û saz du ji wan in. 

Wî ji bo stranên xwe çendîn vîdeo klîp jî amade kirine û li ser platformên dijîtal weşandine. 

Kurt kurt

Ligel hunermendên ciwan, hunermendên xwedan tecrûbe yên muzîka kurdî jî çendîn stranên xwe weşandin. 

Web Videosu

Diljen Ronî ev demeke amadekariya albûma xwe ya nû dikir, beriya niha ji vê albûma wî ya bi navê “Ji bîr neke”, strana “Kazacok” hatibû weşandin. Roniyî niha jî “Kejê” ya ku li ser devê Mihemed Arif Cizîrî navdar bûye straye. Roniyî stran bi formeke nû straye. Kom Muzîkê albûma nû ya Diljen Roniyî diweşîne. 

Elî Înanir jî vê hefteyê straneke nû weşandiye. Navê strana wî “Warê me” ye ku Ali İnanır û Cahit Aktaşî gotin jê re nivîsandine û wan bi hev re muzîk jê re çêkiriye. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û